Meha Tebaxê di dîroka civaka Êzidî de hem meha êş û fermanê ye, hem jî meha sembola berxwedan û têkoşînê ye. Piştî ferman û komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an, civaka Êzidî bi piştgiriya hêzên xwe yên parastinê YBŞ û YJŞ’ê hewl da birînên xwe bipêçe û vîna xwe ya azad ava bike. Lê belê dewleta Tirk a dagirker di mehên Tebaxê yên salên talî de dîsa pêşeng û fermandarên Şengalê kirin hedef.
Di 15’yê Tebaxa 2018’an de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di êrîşeke esmanî de hat şehîdkirin. Piştî sê salan, di 16’ê Tebaxa 2021’an de vê carê Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen li navenda Şengalê di encama êrişeke esmanî de bû armanc û şehîd ket. Tenê rojek paşê, di şeva 17’yê Tebaxa 2021’an de nexweşxaneya gundê Sikêniyê hat bombebarankirin û di wê komkujiyê de 8 kedkar û şervan şehîd bûn. Ev êriş hemû berdewamiya fermana 2014’an bûn, lê tevî van hemû bedelên giran jî berxwedana Şengalê û îradeya YBŞ’ê tu carî paşde gav ne avêt. Civaka Êzidî bi zindîkirina bîranînên wan, xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Li ser vî esasî ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, bi merasîmeke girseyî şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê ku di dîrok û cihên cuda de canê xwe fedakirine hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê bi beşdariya nûnerên sazî û rêxistinên civaka Êzidî, malbatên şehîdan û gelê herêmê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê dayikên şehîdan ve mûm hatin pêxistin û axaftin hatin kirin.

Di serî de li ser navê Fermandariya YBŞ’ê Hadî Êliyas axivî û ev tişt anî ziman:"Em di kesayetiya şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê de hemû şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet bibîr tînin. Êrîşên ku li ser axa me û pêşengên me têne kirin, berdewamiya fermana 3'yê Tebaxê ne. Dijmin dixwaze bi van êrişan vîn û berxwedana gelê me bişikîne û me ji axa me dûr bixe. Lê belê bila herkes baş bizanibe ku em wekî YBŞ û YJŞ, ji bo parastina Şengalê û nirxên şehîdên xwe amade ne her cûre bedelî bidin. Ax û xeta şehîdên me emaneta me ne, emê bi îradeyeke mezin berxwedana xwe bidomînin û tu carî paşde gav neavêjin."

Piştre Hevserokê Meclisa Gel a Şengala Azad Hisên axivî û got:"Civaka Êzidî bi saya şehîdên xwe yên qehreman li ser axa xwe sax man û vîna xwe ya azad ava kir. Ew şehîdên me yên ku rê neda fermanan bi ser bikevin û ji bo ku em îro bi rûmet bijîn canê xwe da ne. Şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê sembola sekna me ya azadin. Wezîfeya me ya herî mezin jî ewe ku em xwedî li rêxistinbûn, rêveberî û saziyên xwe derkevin. Emê li ser bingehê felsefeya rêberiya azad û xeta şehîdan, berxwedana xwe mezin bikin û soza ku me daye şehîdên xwe teqez bi cih bînin."

Her wiha li ser navê Desteya Tenduristiyê ya Şengalê jî Zelal Şengalî daxuyaniyek da. Di serî de şehîdên meha Tebaxê û yên nexweşxaneya Sikêniyê bibîr anîn û soza berdewamîdayîna xebatên wan da.
Piştî axaftinan, li ser jiyan û têkoşîna şehîdan sînevizyonek hate pêşandan û merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.
(îê/wd)
