Bi boneya 42. salvegera 15’ê Tebaxê li navenda Komîna Gel a Şengalê de semînerek hate dayîn. Di semînerê de li ser wate û girîngiya 15’ê Tebaxê, pêvajoya Civaka Aşitî û Demokratîk hate sekinandin.
Semîner li ser rihê cangoriyan bi deqeyek rêzgirtin hate destpêkirin.Di axaftina destpêkê de Hevseroka Komîna Gel a Şengalê Emşê Korkorkî behsa wate û girîngiya yekemîn têkoşîna çekdarî ku bi pêşengiya Fermandar Egîd destpêkiribû, kir.

‘Şagirtên hevalê Egîd civaka Êzidî ji fermanê rizgar kirin’
Di axaftina xwe de Emşê Korkorkî berxwedan û têkoşîna hêzên parastina Şengalê weke berdewamiya çanda Egîdan pênase kir û wiha got: “Fîşeka yekemîn ku hevalê Egîd li beramberî zilm û zordariya dewletê teqand ji bo gelê Kurd yê çar parçeyên Kurdistan û civaka Êzidî bû destpêka têkoşîn û berxwedaniyê. Egîdên hemdem dema fermanê xwe gihandin çiyayê Şengalê û ev civak ji fermanê rizgar kirin; perwerde û rêxistin kirin. Weke şagirtên hevalê Egîd; li vê derê şer kirin û bi sedan ji wan weke Mam Zekî, hevalê Seîd di vê oxirê de şehîd ketin. Li vir an li dereke din ferq nake; kî bi fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo gelên bindest têkoşîn da meşandin û şehîd ketiye em weke civaka êzidî deyndarê wanin.”
‘Çalakiya 15’ê Tebaxê li hemû cihanê deng veda’
Di semînerê de hate ziman ku 15’ê Tebaxê ji bo hemû gelan rojeke vejînê ye û nirxandinên bi vî awayî hatin kirin:
“Di vê rojê de di pêşengtiya Fermandar Egîd (Mahsûm Korkkmaz) li beramberî dewleta faşîst a Tirkiyê fîşeka yekemîn hate teqandin. Ev fîşek tirs û xofek mezin di nava dewletê ava kir. Ji aliyê din ve ev fîşek ji bo gelê Kurdîstanê cesaret û baweriyek mezin ava kir ku êdî gel li pişt xwe hebûna hêzêk parastinê dît. Ev pêngav heman demê ji bo zilm û zordariya li zîndana Amadê jî bû bersivek. Ev çalakî di demek kin de li hemû cihanê belav bû û deng veda. Bi vî awayî bi hezaran ciwan berê xwe dan çiyan û tevlî refên têkoşînê bûn. Ev pêngav tenê ne pêngavek çekdarî bû, di heman demê de pêngaveke ku ji aliyê siyasî û civakî gelek guhertin bi xwe re anî.
Em her sal di salvegera 15’ê Tebaxê de vê rojê li her derê bi şahiyan pîroz dikin lê ji ber di meha tebaxê de ferman li Şengalê çêbû, em şahî li dar naxin, bes em bîranînên şehîdan çêdikin. Mam Zekî û hevalê Seîd bi rihê Heval Egîd têkoşîn dan meşandin û di vê mehê de şehîd ketin. Ew bi sekn û îradeya xwe ji bo civaka êzidî bûn sembol, em ti carî van şehîdan ji bîr ve nakin.”
‘Divê bi rihê 15’ê Tebaxê em komînên xwe ava bikin’
Di berdewamiya nirxandinan de hate ziman ku pêvajoya Civaka Aşitî û Demokratîk di encama pêngava 15’ê Tebaxê hate bi destxistin û wiha hate gotin: “Em nikarin rihê 15’ê Tebaxê û roja me ji hev cuda bigrin dest. Îro bi însiyatîfa Rêber Apo pêvajoya Civaka Aşitî û Demokratîk hate destpêkirin. Rêber Apo beriya niha jî bi dehan caran ji bo ev şer bisekine û aşitî pêk were ev însiyatîf girt. Bi vê pêvajoyê re gelek guhertin û veguhertin pêk hatin. Taybet bi bangawaziya Rêber Apo, Tevgera Azadiyê gelek gavên girîng avêtin. Rûxmê van gavên girîng dewleta Tirkiyê di nava sal û nîvekê de tiştekî berbiçav pêşnexist bes di vê mehê de qanûnek derxistin. Her çiqas ev qanûn bendewariyên civakê pêşwazî neke jî weke gavek destpêkê erenî tê nirxandin. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê erk dikeve ser milên me hemûyan. Divê bi rihê 15’ê Tebaxê em xwedî berpirsiyariyên xwe derkevin û bi avakirina komînan rêxistina xwe pêş bixin. Ji bo em di vê pêvajoyê de destê Rêber Apo bi hêz bikin, pêwîste em di her aliyê jiyanê komînên xwe; weke komînên parastinê, komînên perwerdeyê û hwd. ava bikin. Encax bi vî awayî em dikarin xwedî li bîranînê şehîdan derkevin.”
(wd)
