NAVENDA NÛÇEYAN Li ser rêya Bazyan qezayeke trafîkê çêbû, tê gotin di encamê de kesek jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan wesayîtek şexsî a ku ji Çemçemalê ber bi Silêmaniyê ve diçû, li nêzî rêya gundê Dêlêjeyê, kontrola xwe winda kiriye. Wesayît derbasî şerîda beramber bûye û di encamê de li tankereke sotemeniyê û paşê jî li wesayîtek din ketiye. Hate zanîn di encama qezayê de welatiyek jiyana xwe ji dest daye û 3 jî birîndar bûne. Birîndar ji bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatin rakirin, derbarê qezayê de lêpirsîn hate destpê kirin.