Li gorî medya Iraqê li ser rêya Musilê qezayek giran a trafîkê çêbûye. Li gorî çavkaniyê, otobûsa geştiyariyê ji Bexdayê bi rê ketibû û dixwest berê xwe bide parêzgehên Herêma Kurdistanê.
Otobus li ser rêya Musilê bi barghilgirek ketiye û qelibiye. Li gorî şahidan tenê li cihê qezayê cenazeyên çar kesan hatine dîtin û gelek kes bi giranî birîndarin.
Derbarê bûyerê de heya niha ti saziyek fermî daxuyanî nedaye.



