SILÊMANÎ-ROJNEWS Bi tevlîbûna gelek kesî li Silêmaniyê Festîvala Berhemên Xwemalî hate lidarxistin. Kesên tevlî festîvalê bûn anîn ziman ku divê girîngî bê dayîna berhemên xwemalî. Di saetên êvarî de li Kargeha Çandî ya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Festîvala Bazara Berhemên Xwemalî hate lidarxistin. Di festîvalê de fêkiyên nû û hişkkirî, dohnê zeytûnê, hingiv, reçel, salçe û gelek berhemên xwemalî hatin nîşandan. Welatî bi germî pêşwazî li berhemên xwemalî dikin. Welatiya bi navê Helale Kemal ku cihê xwe di festîvalê de girt got: “Ji Helebce tevlî festîvalê bûme. Bi berhemên mîna, sîrkeya sêvê, tirî, dohnê zeytûnê, reçel, reçela tûyan û gelek berhemên din tevlî festîvalê bûme. Daxwazek mezin li ser reçela tûyan hebû. Lidarxistina festîvalên wiha ji bo me pir girînge. Ji ber ku rêyên wiha berhemên xwe difiroşîn û tên nasîn.” Welatiyê bi navê Omer Misteva ku cihê xwe di festîvalê de girtibû diyar kir ku bi gelek cûreyên berhemên xwemalî û cuda cihê xwe di festîvalê de girtiye û got: “Xwarinên cuda cuda yên ji hêjîr û tû hatine çêkirin. Daxwazek zêde li ser vê heye. Bi taybet ji bo ew kesên ku nexweşiya şekir pêre hene, pir başe. Dîsa berhemên hingiv û guz berhemên xwemalî yên herêma me bi xwe ne. daxwaza me ji hikûmetê ewe ku pêşiya berhemên derve tên bigirin. Zêdetir girîngî bidin berhemên navxw. Festîvalên wiha ji bo cotyaran dibe alîkarî.”
5 wêne
1 / 5
(eh)