Li Navenda Çandê ya Silêmaniyê, Navenda Jîngeh û Avakirina Kurdistanê semînerek bi nasnavê ‘Zindîbûna Ramana Jîngehê û Pîşesazigeriya Dijî Jîngehê’ ji aliyê jîngehparêz Newroz Fazil ve hate dayîn.

Newroz Fazil diyar kir ku têgihiştinên rewşenbîrî yên seresere ziyanek mezin daye têgiha jîngehê û got: “Li gorî belgeyên dîrokî di dema qonaxa ‘Animîzim’ û serdema Neolotîk de mirovan karîne hevsengiyê bixe di navbera jîngehê de û wan biparêze. Wê demê rêveberiya civakê jinan dikir. Ji ber nebûna hişmendiya mêrsalarî û amûrên xirabker, xweza pîroz dihate dîtin. Jin jî weke avakar û parêzvanên axê xwedî rol bûn.”

Jîngehparêz Newroz Fazil anî ziman ku li gorî guherînên dîrokî li gel serketina desthilata mêrsalarî û girtina desthilatê, yekemîn gava xirabkirin û tinekirina jinê dest avêtin xwezayê û got: “Ev yek bi destpêkirina Şoreşa Fransa re kûrtir bû. Heta sedeya 19’an gihişte lûtkeya sîstema sermayedarî. Bi hevgirtina hêza dewletê û pîşesaziyê xweza û mirov bûn qurbanê talanê. Afrêneriyên jinê hemû hatin talankirin. Bi pêşketina sermayedarî û pîşesaziyê re niha xeterî raste rast li ser mirovan hatiye çêkirin.”

Newroz Fazil jî çareserî di Modernîteya Demokratîk de dibîne û got: “Ev yek jî bi nûvejenkirina jîngehê û gundan ve girêdayî ye.”

4 wêne
1 / 4

(eh)