SILÊMANÎ-ROJNEWS
Li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Projeyeke Hunerî û Jîngehî bi navnîşana ‘Kuwêstan’ ji aliyê mamostayên zanîngehê ve hate ragihandin. Proje gaveke girînge ji bo parastina firinde û lawirên ku hêlîna wan di nava bajar de hatine xirabkirin.
Li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Saziya Azadbûn belgefîlmeke hunerî ya bi navnîşana ‘Kuwêstan’ nîşan da û piştre nîqaşek li ser belgefîlmê hate kirin. Projeyeke hate ragihandin ji bo çêkirina hêlîn û cihên strînê ji bo lawir û firindeyên li nava bajar cihên wan nînin.
Endamê Saziya Azadbûn Feysel Ehmed têkildarî girîngiya projeyê axivî û got: “Bi vê projeyê mirov dikeve nava du erk û berpirsyariyan. A yekem mirov bi xwe ya duyem jî yên din.”
Ev proje sala 2017’an ji aliyê mamoste Helgurd Ehmed ve hatiye ji bo lawir û firindeyan hatiye çêkirin.
Avakarê projeyê Helgurd Ehmed li ser projeyê ev got: “Beşeke mezin a projeyê li ser pirsgirêkên lawirên kûvî ne. Nebûna cih û çavkaniyên avê ne ku ji ber xirabkirina jîngehê û avakirina avahiyên mezin ku jîngeha wan xirab dikine. Li aliyê din çem û avên diherikin kêm bûne. Çavkaniya projeya me li ser van pirsgirêkane. Hewl didim vê projeya xwe li hemû dibistanan bidim xwendin ji bo hêlîn û cihên lawir û firindeyan bên parastin. Hêlîn û cihên bê çêkirin wê ji bo armancê notek li ser bê danîn ji bo zêdetir mirov li hember hestyar be."
Ev proje sala 2017’an ji aliyê mamoste Helgurd Ehmed ve hatiye ji bo lawir û firindeyan hatiye çêkirin.
Avakarê projeyê Helgurd Ehmed li ser projeyê ev got: “Beşeke mezin a projeyê li ser pirsgirêkên lawirên kûvî ne. Nebûna cih û çavkaniyên avê ne ku ji ber xirabkirina jîngehê û avakirina avahiyên mezin ku jîngeha wan xirab dikine. Li aliyê din çem û avên diherikin kêm bûne. Çavkaniya projeya me li ser van pirsgirêkane. Hewl didim vê projeya xwe li hemû dibistanan bidim xwendin ji bo hêlîn û cihên lawir û firindeyan bên parastin. Hêlîn û cihên bê çêkirin wê ji bo armancê notek li ser bê danîn ji bo zêdetir mirov li hember hestyar be."(eh)
