Di saetên êvarî de li Peymangeha Hunere Ciwanekan ya Silêmaniyê şanoya Şervano ku berhema peymangehê ye ku qala têkoşeriya ji bo xaka xwe dikin hate nîşandan.

Amadekar û Derhêner Goran Elî li ser mijarê ji ajansa me Rojnewsê re axivî. Goran Elî destnîşan kir ku hemû Kurdek ruhê şervanî û cengaweriyê pêre heye ku hinek ji bo xak û welat û hinek jî ji bo civaka xwe têdikoşin.”

Têkildarî bê ka çawa pirsa jin biriye nava şonoyê û serdikê Goran Elî ev got: “Jina Kurd tim xebat û têkoşîneke mezin kiriye. Em tenê serketina mêr nîşan didin. Di demekê de serketinê hemû dayîkan li holê ye. Dayîkan ewqasî xebat û têkoşîn kiriye, ne kêmî yê bav bûye. Ji bo wê min di vê şanoyê de hest bi wê yekê kir ku jinê bi hêz nîşan bidim ku çawa jina Kurd piştrast kiriye ku bihêze û dikare rû bi rûyê hemû pirsgirêkan xwe ragir be.”

Goran Elî anî ziman ku şanoya Şervano wê bi hevkariya Sêwana Çanda Silêmaniyê 10 rojan bê nîşanan. Wê her şevê saet 18:00’an li Peymangeha Hunere Ciwanekan ya Silêmaniyê bê nîşandan.

8 wêne
1 / 8

(eh)