Li Silêmaniyê û di hola Salona Kurdistanê ya Nû de, semînerek derbarê têgiha ‘Biyopolîtîks’ (Ev têgih, têkiliya navbera hêza siyasî (desthilat) û jiyana fîzîkî/biyolojîk a mirovan nîşan dide) û metirsiyên wê yên li ser Kurd û Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Dr. Şêrko Ebdula di destpêka semînerê de axivî de got: "Biyopolîtîks tê wateya wê yekê ku desthilat gava ku destwerdanê di nav jiyan û debara welatiyan de dike, desthilat di warê aborî û paşeroja civakê de biryaran dide. Ev têgih wateya siyaseta jiyanî dide û mirov dikare bi vî rengî ji desthilatê fêm bike, ji ber ku ev têgih li gorî qonaxan diguhere."
Şêrko di dewamê de dibêje; ‘‘Ev têgih di sedsala 17-18’an de derketiye holê. Di nav desthilatê de, gava ku desthilat bixwaze yasayan bixe xizmeta berjewendiyên xwe, sîstema civakê di nav dibistanan û hemû saziyan de di bin kontrola xwe de digire. Biyopolîtîks bi parastina desthilatê rê dide ku sûdê ji rêyên xerab werbigire û beşek ji civakê tine bike."
Şêrko Ebdula destnîşan kir ku ev têgih ji aliyê desthilatê ve tê bikaranîn û divê were rexnekirin daku were zanîn ka feydeya wê ji bo civakê çi ye; ‘‘Desthilat civakê berhem tîne û li gorî dilê xwe araste dike, ev yek dikeve nav hemû hûrguliyên jiyana me. Kurdistan tekane cihê li ser rûyê erdê ye ku hemû cûrên biyopolîtîksê tê de hatine bikaranîn. Her tim herêmên dagirkirî bûne qada ceribandinê ya ji bo biyopolîtîksê; Kîmyabarana Helebceyê û Şengal şahidên biyopolîtîksê ne ku komek li dijî civakekê bikar tîne daku nasnameya wan tine bibe. Hikûmeta Iraqê bi rêya serjimêrî û daxwazkirina datayan dikare civaka Kurd û qebareya wê ji nav bibe, ji ber ku ev planên heyî metirsiyeke mezin li ser paşeroja Herêma Kurdistanê ava dikin. Pir girînge ku hikûmeta Herêmê datayan nede dest, ji ber ku biyopolîtîks têgiha desthilat û hêza birêvebirina civakê ye."



