Di saetên êvarî de Şehîd Hêro Bahadîn di salvegera duyemîn a xwe de li ser gora xwe bi amadebûna malbat û endamên Çapemeniya Azad hate bibîr anîn.
Di merasîma bîranînê de Hawşîn Şiwane û Sinûr Rehman axivî û dilsoziya xwe ya bi hevalên xwe re anîn ziman û got: “Em serbilindin ku li gel dayîk û bavê şehîdan sekinîne. Xwîna şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn xwîna rast a gelê Kurde. Heta têkoşîna rast û azadiyê ya gelê Kurd hebe, ev xwîn zuha nabe. Ew şehîdên Kurdistanê ne.”

Bavê Şehîd Hêro Bahadîn Ebdulah jî di merasîmê de axivî û spasiya hemû kesên amade kir û piştre jî xwişka Şehîd Hêro Bêrîvan Bahadîn axivî û got: “Bi hêviya ku salek din li vir kom bibin û mizgîniya kesên sûcdar hatine cezakirin bidin wan.”

Hêjayî bibîr xistinê ye 23’yê Tebaxa 2025’an Rojnamevanên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li navçeya Seyîdsadiq ya dikeve sînorê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ve hatin hedefkirin û şehîd bûn.
(eh)
