Dibistana Şehîd Serhed ya girêdayî Navenda Çand û Hunera Mexmûrê û Stêra Zêrîn bi wesîleya 27’emîn salvegera hunermendê şoreşger Hozan Serhed, li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê şahiyeke bîranînê lidar xist.

Di şahiyê de Endam û Rêveberên Saziyên Civakî, Şagirtên Dibistana Şehîd Serhed û gelek şêniyên Mexmûrê amade bûn.

Di salona şahiyê de wêneyên Şehîd Serhed û şehîdên çand û hunerê hatibûn daliqandin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Têkildarî jiyan û têkoşîna Şehîd Serhed sînevîzyonek hate temaşekirin.

Komên Muzîkê yên Navenda Çandê û Stêra Zêrîn, stranên Şehîd Serhed pêşkêş kir.

8 wêne
1 / 8

(bm/wd)