Bi serpereştiya Waliya Helebceyê û Rêveberiya Giştî ya Geştyariyê ya Helebceyê, li devera geştiyarî ya Zelim Ehmed Awa, yekemîn festîvala hêjîr û berhemên xwemalî hate lidarxistin.

Di fîstîvalê de gelek curên hêjîran û berhemên cotkaran hatin nîşandan ku ev berhem li ser asta Herêmê û Iraqê mînak û bêhempa ne ku bala mêvanên navxweyî û derve dikişînin. Bi taybetî hêjîra Hewramanê pir navdare û salane bi hezaran ton dixin bazarê.

Rêveberê Şaredariya Xurmalê û endamê komîteya amadekar ya festîvalê Fereydûn Osman, li ser armanca lidarxistina festîvalê ji ajansa me re axivî û got: “Îdareya herêman her dem di hewla pêşkêşkirina xizmeteke baş ji bo hemwelatiyan dene. Em jî wek îdareya Xurmalê li gel çalakvanên devera xwe, me wiha baş dît ku vê festîvalê ji bo nîşandana berhemên xwemalî yên sînorê xwe li dar bixin. Ji bo ku xwediyên berheman jî bikarin berhemên xwe tê de bifroşin û bidin naskirin.“

Her wiha Rêvebera Giştî ya Geştyariyê ya Helebceyê Çiya Qasim, têkildarî heman mijarê ji Rojnews’ê re axivî û wiha anî ziman: “Em dixwazin berhemên xwemalî û çanda devera xwe wek fersendekê bibînin da ku em bi vê rêyê bêhtir bala geştiyaran bikişînin ser herêma xwe. Ev festîval her wiha hewldaneke ku ji aliyê Tora Rêxistinên Xurmalê ve hatiye kirin.”

Çiya Qasim diyar kir ku geştiyar xwedî fersendê ne ku berheman bi şêwazek hêsan bi dest bixin û wiha pê de çû: “Di heman demê de, jinên destrengîn li virin û derfetên kar ji bo wan hatine afirandin. Ev fersendeke başe ku bikarin bazarekê ji bo xwe ava bikin û xwarinê pêşkêşî mêvan û geştiyaran bikin. Li gel vê yekê, karên destan jî hene ku xweşiktiyek taybet dane festîvalê."

11 wêne
1 / 11

(fk)