Lîwaya 63 ya Heşda Şeebî bi daxuyaniyekê ragihand, vê sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrişî ser xalek wan ya fewca komando ya ser bi lîwaya 63 a li çiyayê Mersa Elî ya li navçeya Xurmato kirin.

Hatiye diyarkirin ku hêzên wan yekser bersiva êrişa DAIŞ’ê dane û demek kurt pevçûn derketiye. Piştre çete neçar mane birevin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên wan di amadebaşiyek tam de ne daku bersiva her êrişek çeteyan bidin.

Hikûmeta Iraqê di sala 2017’an de bi fermî bi dawî hatina DAIŞ’ê ragihand, lê hîna jî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê car bi car êrişî hêzên ewlehiyê û welatiyan dikin.

(kş)