Dozgerê Giştî li Libnanê Ehmed Ramî El Hac biryara da ku fermandarê Sûriyeyê yê berê Adil Îsa yê ku berê di artêşa Sûriyeyê de cih digirt û li Libananê hatibû girtin, radestî hikumeta Sûriyeyê bike.

Ev gav tê wateya ku wê Adil Îsa li gorî sûdên xwe yên wekî kuştin û yên li dijî mirovahiyê li Sûriyeyê bê darizandin derdixe holê.

Ajansa Niştîmanî ya Ragihandinê diyar kir ku pêvajoya radestkirinê li gorî peymana dadwerî ya Libnan û Sûriyeyê ya ku sala 1951`an hatiye îmzekirin pêk hat.

Hikumeta Libnanê Adil Îsa li Balyozxaneya Sûriyeyê ya li Libnanê girtibû, wê demê hat naskirin ku ew ji hêla hikûmeta Sûriyeyê ve bi tewanbariyên cuda hatiye xwestin û biryara girtina wî ya xiyabî ji hêla dadweriya Sûriyeyê ve hatiye dayîn. Adil Îsa çend meh bûn li Libnanê bi cih bibû.