Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, bi rêya daxuyaniyek fermî ku bi îmzeya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî li ser, di 19’ê Tebaxa 2026’an de derketiye, dosyaya karmendên rêxistinan bi yekcarî yekalî kir.
Li gora vê rênimaya nû, biryar bi vî rengî tê bi cih anîn: “Ji niha û pê de, di tevahiya sazî û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê de, wek karmendên asayî û yên ser bi mîlaka daîmî muamele bi karmendên rêxistinan re dê were kirin. Tevahiya mafên yasayî, îdarî û darayî yên xizmeta şaristanî didin van karmendan.
Her wiha wekî hemû karmendên din yên kerta giştî, li gora yasaya xanenişîniyê ya di meriyetê de li Herêma Kurdistanê, mafê xanenişîniyê ji bo wan tê dabînkirin.
(fk)

