Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî derbare êrişa li ser Ofîsa taybet a Serokwezîrê Demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de peyamek li ser X‘ê weşand.

Peyam wiha ye:

“Em piştgiriya xwe ji bo hikûmet û gelê Başûrê Kurdistanê tînin ziman û êrişa ku li ser Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Ev êriş nayê qebûlkirin û ne exlaqî ye. Ev êriş li dijî îradeya gelê Başûr û beşê sereke yê saziyên dewleta Iraqê ye.”