Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di şahiya Sedsaliya Damezrandina bajarê Qamişloyê de diyar kir ku gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê ji zêdetirî sedsalî ve bi hev re jiya û avakirina bajêr dirêjahiya çandên gelên herêmê û pirrengiya wê ava kir.Ebdî bal kişand ser kiryarên rejîma Baasê û desthilatên xwedî siyasetên şovenîst kir ku di dirêjahiya salan de wan siyasetên guhertina demografiya herêmê û Erebkirina wê kirin. Ebdî da zanîn ku Rêveberiya Xweser di dirêjahiya 15 salan de li hember van siyasetan û vegerandina nasnameya herêmê xebitî.

Ebdî bal kişand ku herêm di salên borî de şahidê şerekî hovane kir û xelkên wê li hember van êrişan parastina xwe kir û got: “QSD’ê hat damezrandin û ev hêz di encama berxwedana gel de hat avakirin.”

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku hilweşîna rejîma Baasê û destpêkirina avakirina Sûriyeya nû qonaxeke cuda ava kir û got biryara tevlîbûna li Sûriyeya nû li ser bingeha peymana 29’ê Çileyê pêk hat û wiha domand: “Entegrasyona saziyên ewlehî, leşkerî û îdarî yên ku di salên borî de hatine avakirin wê tevlî saziyên dewletê dibin, nasname û destkeftiyên xwe biparêzin. Qonaxa entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî û îdar di nava saziyên dewletê de bi dawî bû û ji îro pê ve dest bi qonaxeke nû dike.”

Ebdî bang li xelkê herêmê kir ku saziyên bi fedakariyên şehîdan hatin damezrandin biparêzin, xebata piştigirya wan bikin.

Mazlûm Ebdî şervanên hêzên Kurdistanî yên li kêleka QSD’ê li dijî êrişên li ser herêmê sekinîne bibîr anîn û tevahî kesên li kêleka gel sekinîne û di oxira parastina wî de şehîd ketine silav kir.

Ebdî peyam da xelkê herêmê û berxwedana di 15 salan de silav kir.

Di dewama axaftina xwe de Mazlûm Ebdî diyar kir ku têkoşîna di oxira mîsogerkirina mafên gelê Kurd û tevahî pêkhateyan de wê bidome û wê di qonaxa bê de jî şahidê xebata siyasî be ku mafên rewa di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di dawiyê de got Qamişlo dikare bibe navenda çand, siyasî û pirrengiyê û bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku bi hev re di oxira siberojeke aştiyane bixebitin.