Bi hatina demsala havînê re pileyên germahiyê bi awayek berbiçav bilind dibin. Li hinek deverên Herêma Kurdistanê pileyên germahiyê ji 50 pileyan dibore. Ev yek jî bandorek rasterast li ser bedena mirov dike. Di derbarê xweparastina ji bandorên germahiyê de, bijîşkên hinav û çerm ji ajansa me re axivîn.

Pisporê Nexweşiyên Hinav Dr. Goran Mihyedîn di derbarê bilindbûna pileyên germahiyê û bandora wê ya li ser tendirustiyê de got: “Germahiya zêde dibe sedema derketina xwêyeke zêde bi rêya xuhdanê. Ev yek jî rê li ber bilindbûna lêdana dil, sergêjbûn, daketina tansiyona xwînê û kêmbûna mîzkirinê vedike ku di encamê de bandoreke nerênî li ser xebitîna asayî ya gurçikan dike.”

Dr. Goran Mihyedîn

Di derbarê bandorên germahiyê ya li ser çerm jî, Pisporê Nexweşiyên Çerm û Ciwankariyê Dr. Bekir Ehmed jî got: “Bilindbûna pileyên germahiyê bandorek zêde li ser çerm heye. Eger pileyên germahiyê bigihin 50 pileyî, dibe sedemê şewitîna çerm, çêbûna hesasî û derketina pirzikan.”

Dr. Bekir Ehmed

Metirsiyên kronîk û ji nişkan ve

Metirsiya germahiyê li ser her kesê ne wek heve, li ser hinek kesan bandorek giran çêdike, Dr. Goran Mihyedîn diyar kir ku bandora germahiyê li gor kesan cûdaye û got: “Metirsiya herî zêde li ser zarokan, kesên bi temen, kesên bi nexweşiyên kronîk ketine û kesên ku gurçikên xwe dişon heye.”

Dr. Goran diyar kir ku bilindbûna pileyên germahiyê metirsiyê li ser jiyana jinên du canî jî çêdike û got: “Ji berku jinên du canî bedena wan di jêr guhertin û zextê de ye, ji bona wê di dema germahiyê û kirina karên giran de bandora wê metirsîdartir dibe.”

Li aliyê din Dr. Bekir Ehmed jî hişyarî da wan kesên ku li ber tavê dixebitin û got: “Kesên ku demek dirêj li ber tavê dimînin, metirsiya zû pîrbûna çerm, zêdebûna xalên li ser çerm û penceşêra çerm zêde dike.”

Hişyariya bijîşkan

Bijîşk hişyariya paşguhxistina tedbîran û mana zêde ya li ber tavê didin, Dr. Bekir Ehmed têkildarî krema li dijî tavê tê bikaranîn hişyarî da û got: “Ger demek dirêj krema li dijî tavê li ser rû bimîne, li şûna sûdê bide, zererê zêdetir dide çerm. Pêwîste kesên van kreman bikartînin baldarê wan demên ku tîrêjên rojê gelek dijwarin û derketina derve bin.”

Dr. Goran jî diyarkir ku ji ber xuhdana zêde laş zuwa dimîne û divê di cih de pêşî li zuwabûna laş bê girtin daku nebe sedemê têkçûna tendirustiyê.

Rêyên xweparastinê

Ji bo xwe parastina ji van metirsiyan bijîşkan çend rêbazek anîn ziman. Dr. Goran Mihyedîn got: “Mirov bi qasî bikare bila kêm derkeve derve, yan jî cihê karê xwe biguherin û herin ber cihek sîber. Dikarin kumek yan jî tişek ku li ser serê wan sîberê çêke bikarbînin. Her wiha divê avek zêde were vexwartin.”

Dr. Bekir Ehmed jî li ser xweparastinê van pêşniyaran kir: “Pêwîste welatî di navbera saet 10- ta 4’ê êvarê çûna derve kêm bike. Pêwîste kremên ku li dijî tavê bikartînin yên qalîteya baş bin ku xwedî faktora parastinê ya (SPF 50) be. Pêwîste her du saetan carek çermê xwe paqij bike û kremê ji nûve bikar bîne.”

(kş)