Desteya Destpakiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku mûçeyê bi hezaran kesên ku mirine û hîna jî mûçeyê wan tê girtin, hatine qutkirin.

Li gorî daxuyaniya Desteyê, di encama lêkolîna dosyayên teqawîtiyê de derketiye holê ku mûçeyên 16 hezar û 384 kesên mirî bi berdewamî hatine dayîn, lê yekser piştî lêkolînê mûçeyên wan hatine birîn.

Desteyê eşkere kir ku 40 hezar kartên bankê bi zanyariyên kevn û nerast hatine bikaranîn, ev yek jî bûye sedema valahiyeke mezin a ewlehî û îdarî.

Her wiha hate destnîşankirin ku li Enbarê, 19 hezar û 321 dosye ji ber nebûna zanyariyên rast hatine rawestandin, heta ku lêkolîn li ser wan were kirin. Li parêzgeha Nînowayê jî, pêvajoyeke lêkolînê ya tund ji bo 102 hezar û 867 navên qurbaniyên terorê bi rêve diçe.

Desteya Destpakiyê tekezî kir ku beşek ji van pirsgirêkan ne tenê şaşiyên îdarî bûn, belku cûreyek ji gendelî û şaşiyên biqestî ya di nav saziyan de bi armanca yekdestdarî an jî dizîna serweta giştî hatine meşandin.

Herî dawî Desteya Destpakiyê ya Iraqê ragihand ku xebatên ji bo birîna hemû mûçeyên neqanûnî û vegerandina wan pereyên ku bi şaşî an bi neqanûnî ji xezîneya dewletê hatine xerckirin, wê berdewam bin.

(fk)