MEXMÛR-ROJ NEWS
Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê starta perwerdeya hunerî da destpêkir.
Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) di bin sîwana Dibistana Hunerî ya Şehîd Serhed de, wê mamosteyên muzîkê yên dibistan û şagirtan di warê şan, enstrûmanên bi têl (Gîtar, Tembûr) de perwerde bikin.
Li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi tevlîbûna gelek mamoste û şagirtan daxuyaniyek hate dayîn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, metna daxuyaniyê ji aliyê Endama Çand û Hunera Mexmûrê Mamoste Helena Babat ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Huner Lêgerina heqiqetê ye. Ji bo civakek bikaribe xwe li ser piyan bigre, divê xwedî li hunera xwe derbikeve. Huner rastiya jiyana mirove. Xwedî derketina li çand û hunera xwe xwedî derketina li pêşeroja civaka xwe ye. Civakek bê huner, civakek bê nasname ye.
Rastiya mirov bi rastiya hunera mirov ve girêdayî ye. Lê divê em çand û hunera civaka xwe li ser rastiya civakê bidin jiyîn.
Em wek xebatkarên çand û hunerê bi ruhê şehîd Serhed, Şehîd Devrîm û Şehîd Mizgîn, dixwazin perwerdeya dibistana xwe ya hunerî bidin destpê kirin. Li ser şopa rastiya heqîqetê dixwazîn zarokên xwe fêrî hunera rastî ya civakê bikin. Armanca me ne tenê fêrî amûrên muzikê kirine, armanca me ya sereke kesayetek rast dayîna avakirine.
Daxuyanî wiha ye:
“Huner Lêgerina heqiqetê ye. Ji bo civakek bikaribe xwe li ser piyan bigre, divê xwedî li hunera xwe derbikeve. Huner rastiya jiyana mirove. Xwedî derketina li çand û hunera xwe xwedî derketina li pêşeroja civaka xwe ye. Civakek bê huner, civakek bê nasname ye.
Rastiya mirov bi rastiya hunera mirov ve girêdayî ye. Lê divê em çand û hunera civaka xwe li ser rastiya civakê bidin jiyîn.
Em wek xebatkarên çand û hunerê bi ruhê şehîd Serhed, Şehîd Devrîm û Şehîd Mizgîn, dixwazin perwerdeya dibistana xwe ya hunerî bidin destpê kirin. Li ser şopa rastiya heqîqetê dixwazîn zarokên xwe fêrî hunera rastî ya civakê bikin. Armanca me ne tenê fêrî amûrên muzikê kirine, armanca me ya sereke kesayetek rast dayîna avakirine.(bm-ng/eh)
