Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Hozan Serhat di 27’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê endamên Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê hate bibîranîn. Çalakiya bîranînê ku li navenda saziya Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê hate lidarxistin de, şagirtên Dibistana Şehîd Serhat tevlî bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Em hunermendê xwe yê nemir Hozan Serhed û hemû şehîdên hunerê, yên di oxira azadiyê de canê xwe fedakirine bibîr tînin, soza xwe ya, xwedîderketina li keda wan careke din nû dikin.”
Di çalakiyê de wêneyên Rêber Apo, Şehîd Serhat û Şehîd Mizgîn hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Çalakiya bîranînê di kesayeta Şehîd Serhat de ji bo hemû şehîdên Çand û Hunerê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Daxuyaniya çalakiya bîranînê ku ji aliyê şagirta Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê Şanstêrk Babat ve hate xwendin wiha ye;
“Huner hest, raman, xweşiktî, xeyal û armancên mirov û civakê, bi awayek efsûnî û estetîkî vedibêje û dide jiyandin. Bêguman, ji bo jiyîna van bedewiyan, gelik ked û berdêl hatine dayîn.
Bêhejmar hunermendên me, ne tenê bi saz û awazên xwe fedekarî kirin. Her wiha, ji bo parastin û pêşxistina çanda gelê xwe, canên xwe jî feda kirin.
Hozan Serhed jî, yek ji van hunermendên me ye ku em minetdarê ked û dilsoziya wî ne.
Bêgûman, em îro bi saya wan pêşengên xwe li vê derê ne û liser mîrasên wan karê xwe berdewam dikin. Xwedîderketina li keda wan, ji bo me cihê şanazî û keyfxweşiyê ye.
Lewra, ji bo em bikarin dilopek berhem li ser keda wan zêde bikin, di bin sêwana Navenda Çand û Hunera Mexmûr û Dibistana Hunerê ya Şehîd Serhed de, zarokên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, têne perwerdekirin.
Wan şehîdên me yên hunerê, ji bo me rêyek vekirin. Ji bo em bibin layiqê keda wan a bêhempa, emê jî li ser vê rêyê, bi awayekî hunerî bimeşin û têbikoşin.
Em hunermendê xwe yê nemir Hozan Serhed û hemû şehîdên hunerê, yên di oxira azadiyê de canê xwe fedakirine bibîr tînin, soza xwe ya, xwedîderketina li keda wan careke din nû dikin.”
(bm/wd)

