Ji destpêka şerê DYA-Îranê di meha Sibatê de, Îranê Tengava Hurmizê ji keştiyên tankerên petrolê re girtiye. Iraq yek ji wan welatan bû ku nêzîkî sedê 95’ê ji petrola xwe ji tengavê henardeyî bazara cîhanê dikir. Lê bi girtina tengavê re henardekirina petrolê daket ji %0.
Kêmbûna dahatên Iraqê ji ber kêmbûna hinardekirina petrolê ji Tengava Hurmizê pirsgirêkek mezin a darayî ji bo hikûmeta Iraqê çêkiriye, ku mûçeyên karmendên xwe dereng xistiye. Ev jî di demekê de ye ku di mehên beriya qeyrana ji ber şer de, mûçe di 22’yê vê mehê de dihatin belavkirin.
Nebûna pereyê kaş ji bo belavkirina mûçeyan ji ber kêmbûna hinardekirina petrola Iraqê ji Tengava Hurmizê, hinceta hikûmeta Iraqê ye. Lê faktorên din jî hene ku bûne sedema kêmbûna pereyê kaş li Iraqê ku ji bo mûçeyan bûye pirsgirêk di nav wan de gendelî û şandina derve ya pereyan.
Li gorî daneyên Rêxistina Şefafîyeta Navnetewî, Iraq di nav 10 welatên herî gendel yên cîhanê de cih digire. Li gorî hemû raporên navxweyî û navnetewî, Iraq di nava gendeliyê de asê maye, di salên dawî de gelek berpirsên payebilind bi tohmeta dizîna pereyan hatine girtin û cezakirin.
Dosyaya Nûr Zuhêr û Ednan Cumeylî gendeliyeke tirsnak li Iraqê eşkere kir û eşkere bû ku asta gendeliyê li welat ji ya ku dihat hêvîkirin, gelek bilindtire. Zuhêr bi dizîna 2.5 milyar dolar tê tawanbarkirin. Di mala Cumeylî de jî 150 milyar dînar, 11 milyon dolar û 407 kîlogram zêr hat dîtin.
Ji aliyekê din ve, çend berpirsên gendelkar ji ber guhertina banknota 50,000 dînar bi banknota 1000 dînar hatin guhertine. Ango, wan li şûna banknota 50,000, banknota 1,000 dînar danîne. Ev bûye sedema pûçkirin û zirara milkê giştî bi qasî 1.6 milyar dînar.
Sedemeke din jî ewe ku gelek welatî û karsaz mîqdarên mezin yên pereyan li malên xwe an li derveyî pergala bankayê dihêlin. Li gorî raporê, ji %75 heta %80 zêdetir operasyonên çapkirina pereyan li derveyî bankayan pêk tên.
Van hemûyan bandorek rasterast li ser kêmbûna dahatên pereyan yên Iraqê kiriye û ev jî bûye sedem ku hikûmet bêpere bimîne û nekare mûçeyan bide.
Ev hemû bandorek rasterast li ser kêmbûna dahatên pereyên kaş yên Iraqê kiriye. Ev yek rê li ber hikûmetê girtiye ku ji bo belavkirina mûçeyên karmendên pereyê kaş li ber destê wê nebe. Ji bo mûçeyên karmendên Iraqî mehane ji 8 heta 9 trîlyon dînar pereyê kaş pêwîste. Veguhestina van mîqdarên mezin bi rêya pergala bankayê dema ku lîkvîdîteya têr ji bankayan peyda nabe dê belavkirina mûçeyan asteng bike.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka pereyên kaş, hikûmeta Iraqê li ser rakirina sê sifiran ji dînarê difikire. Lêbelê, hîn biryarek dawî nehatiye dayîn û nediyare ka evê kêmbûna pereyan çareser bike an na.
Rêyek din ji bo çareserkirina pirsgirêka pereyên kaş ew e ku hikûmeta Iraqê serî li deynên navxweyî û derve bide. Lê li gorî aborînasan, ev pirsgirêka bingehîn çareser nake û heta wê girantir dike.
Pisporên darayî bawer dikin ku pirsgirêka pereyên kaş dê bi van awayan çareser bibe:
- Vegerandina baweriyê bi pergala bankayê.
- Pêşxistina peredanên elektronîkî.
- Cûrbicûrkirina çavkaniyên dahatê.
- Rêxistinkirina xerciyên giştî.
(wd)
