Bi îstifadekirina ji kovara Komînal, em kurteya nirxandin û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê sosyalîzma civaka demokratîk û entegrasyona demokratîk de di şeş beşan de pêşkêş dikin.

Daneyên ku derketine holê nîşan didin ku civakîbûn nêzîkî 30.000 sal beriya niha li derdora civaka dayiksalar bi pêş ketiye. Avabûna yekem a civakîbûnê ku jinê tê de bi erka bingehîn rabûye, komunal e. Jiyana bi hev re ya kolektîf, hilberandin û parve kirin taybetmendiyên herî bingehîn ên civaka komunal in.  Mirov dikare ji van taybetmendiyan re bibêje pîvanên exlaqî û polîtîk ên civakê jî. Pîvanên exlaqî û polîtîk di heman demê de di parastin û berdewamkirina civaka komunal de jî diyarker bûne. Mirov nikare bêje “di civaka dayiksalar de ti pirsgirêk tune bûn.” Çi di dema jiyana bi xwezaya yekem re, çi jî di dema avakirina xwe ya wekî xwezaya duyem de, rû bi rûyê gelek pirsgirêkan bûye û jiyan kirine. Lê belê ev pirsgirêkên mijara gotinê ne, di nav herikîna asayî ya jiyanê de derketine holê.

Bi pêşketina dewletê re, dîrok bûye şahidê têkoşîneke bêhempa ya ku di navbera dewlet û civaka komunal de. Dema ku pirsgirêkên civakî di bajaran de dertên asta herî bilind, dewlet wekî formulê çareseriyê tê pêşxistin. Di Sumeran de ku yekem civaka dewletparêz a dîrokê ye, ev rastî tê dîtin. Gelek bajarên ku di civaka Sumeran de hatibûn avakirin, piştî demek şûn ve bi pirsgirêkên naxweyî re dikevin qirika hev. Ji derve qebîleyên çolê, di hundir de û di navbera bajaran de pirsgirêkên ku pêşketîn demek piştre dibe sedem ku şer û pevçûn kûr bibin. Bajar tên asta ku nekarin xwe berdewam bikin, lewra  di civaka Sumeran de meyla rûxandinê jî derdikeve pêş.

Civaka komunal forma parastina hebûnê ye

Civaka komunal a ku li hemberî hegemonyaya ku ji aliyê kujerê qastîk, mekanîzmaya dewletê û malbatperestiyê ve hatî avakirin wekî formekî berxwedan û jiyanê, ji klanê ber bi qebîlebûn-aşîretbûnê ve çûye; formekî civakî yê berxwedanê ye ku civaka komunal ji bo parastin û berdewamkirina hebûna xwe ya li hemberî kujerê qastîk pêş xistiye. Konfederasyonên qebîle û eşîretan, li hemberî dewletparêziyê wekî modelekî çareseriyê bi pêş dikevin. Dewlet li hemberî konfederasyonên eşîretan, malbatperestî jî li hemberî dewletparêziyê wekî modelekî çareseriyê dertê holê. Dema ku dewlet dibe rêbaza çareseriyê ya çîna serdest, konfederasyonên qebîle û eşîretan jî wekî rêbaza çareseriyê ya bindestan derdikevin naverastê. Sûmer çawa ku dergûşa şaristaniya dewletparêz bûn, konfederasyonên qebîle-aşîretan ên ku li heman herêmê hatine pêşxistin jî, bûne dergûşa pêşveçûna şaristaniya demokratîk a komunalîst a ku civaka komunal îfade dike.

Dewlet pirsgirêk diafirîne, ne çareserî

Dewlet, di derketina destpêkê de ne çavkaniya pirsgirêkê ye, wekî yekeyeke ku ji bo çareseriyê hatibe pêşxistin derdikeve pêşiya me. Bajar-dewletên Sûmeran mînaka vê yekê ne. Lê belê rewşên dijwar ên vê ‘çareseriyê’ hene. Ya yekem; dewlet, wekî hêza ku pirsgirêkê diafirîne, ne xwediyê refleksek wisa ye ku wan pirsgirêkan di berjewendiya civakê de çareser bike. Ya duyem jî; çareseriya ku hêzek wiha pirsgirêkan diafirîne, wê ne civakî be çareseriyek dewletparêz be. Îsbata vê yekê ew e ku pirsgirêkên ku dewlet bûye sedem nikare bi dewletparêziyê ve bê çareser kirin,  mînaka vê ya herî balkêş jî civaka Sumerane.

Ji aliyekê ve meylek wisa ku dişibe navend kirina hêza şaristaniya dewletparêz, di nav qebîle-eşîretan de jî tê dîtin. Tebeqeya jor a civaka qebîle-aşîretan jî, bi hesreta dewletbûnê dikeve nav hewldana navend kirina hêza xwe. Hewldanên pêşxistina çareseriyê ya qebîle-aşîretên ku li hemberî împaratoriyê dixwazin dewleta xwe ava bikin û dixwazin çareseriyê bi pêş bixin, belkî sedsalekê rizgar kiriye; lê belê di encamê de nekarîne xwe ji jiyan kirina heman encama bêçareseriyê, rizgar bikin. Lêgerîna berxwedanê ya li hemberî hêza rûxîner a dewletê ku bi rêya avakirina dewleta xwe bixwe pêk tê, meyleke wisa ye ku ji Sûmeran heta roja me ya îro tê.

 i dirêjahiya dîrokê de civaka komunal û şaristaniya dewletparêz bi versiyonên cuda derdikevin pêşiya me.  Versiyona sêyem a şaristaniya dewletparêz, li qonaxên Okyanûsa Atlasê li Amsterdam (Hollanda) û li Londonê (Îngiltere) derdikeve naverastê. Ev, versiyona kujerê qastîk ê kapîtalîst e û şêwazê dewletê ya ku derxistiye holê jî netew-dewlet e. Li hemberî netew-dewletê, li şûna konfederasyona qebîle-aşîretan, çareseriya sosyalîzma pêkhatî tê pêşxistin. Her çiqas sosyalîzma pêkhatî hewl dabe li ser bingeha komunal be jî, lê di eslê xwe de dişibe wekheviyek dewlet neteweyê. Astengiya wê ya herî mezin ew bû ku bi teqlîdkirina netewe-dewletê re hewl daye netew-dewletê derbas bike. Tiştê ku bi vê yekê re tê îsbatkirin ew e ku şêwazên wan cuda bin jî, pirsgirêkên civakî bi dewletparêziyê çareser nabin.

Netewe-dewlet zêdetir tundî, şer û pevçûne

Di encamê de dema ku mirov ber bi roja me ve tê, netew-dewlet li şûna ku girêka pirsgirêkan a ku ji aliyê şaristaniya dewletparêz ve hatî afirandin çareser bike, bixwe mîna pirsgirêkeke mezin li naverastê sekiniye. Tiştên ku netew-dewletê ji mirovahiyê re anîne zêdetir tundî, şer û pevçûn e Çavkaniya esasî ya pirsgirêkê, koledarkirina civakê ye. Em gihîştine wê rastiyê ku di çavkaniya koledarkirinê de koletiya jinê cih digire. Koletiya jinê gav bi gav vediguhere koledarkirina giştî ya civakê û bi vî şêwazî pirsgirêka civakî derdikeve asta herî bilind. Dewleta ku pirsgirêkê tîne vê rewşê, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkê jî wekî namzeda tekane tê nîşandan.

Civaka komunal a ku hay ji vê yekê heye ku çareseriya dewletparêz di eslê xwe de pirsgirêkê kûr dike û civakê ber bi karesatekê ve dehf dide (dikişîne), ji destpêkê ve li riyên parastina xwe ya li hemberî dewletê digere. Berxwedanên qlan, qebîle, eşîretan, berxwedanên dînî yên bi şêwazê mezhep û tarîqetan û netew bûn, di eslê xwe de lêgerîna parastina hebûna xwe û dîtina çareseriyê ya li hemberî pirsgirêkên civakî yên ku dewletê afirandine.

Formên ku dewlet û civakê girtine, berhema vê pêvajoya binakok û bi pevçûn e. Civak mecbûr dimîne ku pêşveçûna xwe ya diyalektîk, li gorî wê têkoşîna ku bi dijberê xwe re dimeşîne, bigihîne formên nû. Bi perçebûna civaka qlanê re, civaka komunal bi şêwazê qebîleyan xwe birêxistin dike û hewl dide hebûna xwe bidomîne; bi dewletkirina ol re bi şêwazê mezhep û terîqet li dijî dewletê derdikevin û bi navend kirina hêza dewletê re jî xwe dispêrin çiyayan.

Bajar-dewlet ji bo desteserkirina hebûna qebîleyên azad, hêza xwe dikin yek; li hemberî rêxistinbûnên konfederal ên eşîret û qebîleyan, împaratoriyeke dewletparêz ava dibe. Roma, împaratoriyên serdema navîn, împaratoriya Îngilîz û îro jî di bin navê kûrewî de ew navendên hêzê yên nû yên ku tên ferzkirin, di eslê xwe de navendîbûna dewletê ya li hemberî civakê îfade dikin.

Faşîzma Netewe-Dewletê

Nîqaşeke bi şiklê ku ‘Gelo kapîtalîzmê netew -dewlet afirandiye yan jî dewlet netewê kapîtalîzm afirandiye?’ heye.  Hemû nîşane destnîşan dikin ku ku netew-dewletê kapîtalîzm afirandiye. Fêmkirina rast a rola netewe-dewletê ya di nav vê nakokiyê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Dema ku mirov ber bi roja me ve tê, netew-dewlet bi faşîzmê bi dawî dibe. Dewleta faşîst, forma dema rizandinê ya netew-dewletê ye. Netew-dewlet; çi bi rengê sosyalîzma pêkhatî û çi jî bi rengê lîberal-kapîtalîst be, di qonaxa rûxandinê de dibe faşîst. Tirsa rûxandinê, bi faşîzma netew-dewletê ve bi encam dibe.

Qebîle civaka parastina cewherî ye

Qebîle, civaka parastina cewherî ye. Li hemberî komên qlan ên nêçîrvan, xwe li wan qadên ku karibe xwe biparêze bi cih dike. Ji ber ku di destê komên nêçîrvan de çekên pêşketî hene û li ser teknîka nêçîrvaniyê serwer in. Van teknîkan niha jî ji bo nêçîrkirina ferdên di nav qebîleyên azad de bi kar tînin. Ew ferdên serdest ên di nav van avaniyên nêr û elît (tebeqeya jorîn) de, xwe wekî “Xweda” bilind dikin.

Dema qebîle ji aliyê hejmarî ve zêde dibin, bi rêya kombûna gelek qebîleyan û gihîştina wan a ber bi organîzasyoneke mezintir ve, derbasî forma aşîretê dibin. Çi qasî hêza êrîşê ya dewletê zêde bibe, divê hêza parastinê ya civakê jî li gorî wê û bi awayekî paralel zêde bibe. Birastî wê di qonaxa pêş de ev yek bi şêwazê federasyon û konfederasyona aşîretan pêk bê.

Çawa ku forma rêxistinbûnê ya serdema pêşîn qebîle be, di serdema navîn de ev yek vediguhere şêwazê aşîretê. Di serdema navîn de êdî bi piranî forma aşîretê bi pêş ketiye. Em dibînin ku geşedana aşîretî ya di serdema navîn de heta serdema paşîn berdewam dike û ber bi dawiyê ve cihê xwe ji formekî nû re yê bi şêwazê netewbûnê re dihêle. Êdî formên rêxistinbûna herêmî têrê nakin, wekî rêxistinbûneke bilindtir derbasî forma netewbûnê dibe.

Îslamiyet û Komun

Îslama Mihemedî di eslê xwe de Îslamek komunê ye. Civaka ku Hz. Mihemed li Meke û Medîneyê ava dike civaka komunê ye. Em vê yekê bi girîngî destnîşan dikin. Sehabe jî civakek komunê ne. Forma Mihemedî ya li Mekeyê komuneke wisa ye. Ji Hz. Mihemed heta Ebû Bekir, ji Elî heta Bîlal û Selmanê Farisî, her yek ji wan komunarek (yên weke komun dijîn û komunan ava dikin) in. Li hemberî vê bixwe jî, kesayetên mîna Ebû Cehil û Ebû Sufyan ku arîstokratên Qureyşê ne, nûnertiya dewletê dikin. Pozîsyona Qureyşan a li Mekeyê qonaxa dewletbûnê îfade dike. Ebû Sufyan şefê vê meylê ye, kurê wî Muawiye bixwe jî meyla dewletê vediguhere împaratoriyê. Ebû Sufyan vê civaka komunal a ku Hz. Mihemed ava kirî dibîne û di fersenda yekem de jî, ji bo ku vê komunê veguherîne hêza dewletê jî wekî amûrekî bikartîne.

Şerê di navbera komun û dewletê ya di nav Îslamê de heta roja me ya îro jî didome. Îro, di navbera komên mûxalîf ên ku nûnertiya cewherê komunal ê Îslamê dikin û Îslama dewletparêz a ku dixwaze kevneşopiya dewletparêz bidomîne de şer û pevçûn heye.

Di nav netewbûnê de têkiliya bindest-serdest heye. Bi Emeviyan re rastiya neteweyek serdest derdikeve holê.  Ebasî vê yekê didomînin. Bi Selçûqiyan re, netewtiya Tirkan tê pêşxistin. Di vê veguhestinê de hinek ji wan wek neteweya bindest û hinek jî wek neteweya serdest ji vêya behra xwe digirin. Netewbûn, formekî derbasbûnê ya di navbera aşîret û neteweyê de ye. Pêwîst e mirov vê xeleka navberê pir baş fêm bike. Di serdema Îslamê de, di nav Ereban de Bedewî, di nav Tirkan de Tirkmen, di nav Kurdan de jî Kurmanc yekoyek ne forma aşîretê forma neteweyê ne.

 

Sibe beşa 2'yem wê were weşandin....