Bi îstifadekirina ji kovara Komînal, em kurteya nirxandin û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê sosyalîzma civaka demokratîk û entegrasyona demokratîk de di şeş beşan de pêşkêş dikin.
Her gavek ku li ser navê asteng kirina alîgirên azadî û demokrasiyê yên Kurdan tê avêtin, pirsgirêka Kurd di çar parçeyan de zêdetir pêşdixîne û kûr dike. Îro her çar parçe jî bi xeteriya Xezzebûnê re rû bi rû ne. Kurdistan, di navenda Rojhilata Navîn de mîna çavkaniyeke mezin a pirsgirêkan sekiniye. Ger çareseriyek neyê pêşxistin, wê rojeva hemû welatên Rojhilata Navîn dagir bike û wan berdewam ber bi xetimînekê ve bibe. Ji bo Tirkiyê ku wekî hêza herî mezin di navenda pirsgirêkê de cih digire, pêşxistina çareseriyeke ku hemû Kurdan bigire nav xwe êdî nebe nabe ye.
Pirsgirêka Kurd bi awayek rojane zêde tê nîqaşkirin. Lê belê hîn nêzîkatiyeke wisa ku kembera qirkirina çandî derbas bike nehatiye pêşxistin. Eşkere ye ku ew çareseriya federal a di nav Başûrê Kurdistanê de jî nabe çareserî. Ew PKK ya ku dixwestin tasfiye bikin lê nekarîn, me bi înisîyatîfa xwe bixwe derbas kir. Di vê hawirdora aloz de, me ew amûr ji destê wan kesên ku dixwestin ji bo xwe bikin amûrek, girt. Li gorî xwe dixwestin bi tawanbariya ‘terorîst’ ve pêşiya her cure çareseriyê bigirin. Di hemû hewldanên wan de tasfiyekirina PKK’ê armanc bû.
PKK bersiva li hemberî siyaseta qirkirinê bû
Tevî hemû ferzkirinên tasfiyeyê jî pirsgirêk çareser nebû, berovajiya wê pirsgirêk hîn bêtir civakî bû, li hemû parçeyan û li derveyî welat belav bû. Bi taybetî ji bo wan civakên Kurd ên ku mecbûr mane li derveyî welat bijîn, çareserî hîn bêtir bûn. Di rabirdûyê de li cihên mîna Çewlik, Dara Hênê, Agirî û Dêrsimê ceribandinên qirkirinê çêbûn; di dîroka nêz de li cihên mîna Helebçe û Şengalê ceribandinên qirkirinê dîsa ketin dewrê; Komara Tirkiyeyê û rejîma Beas a Ereb ji bo ku Kurd di demeke kurt de bi rêya qirkirinê bi dawî bibin, bi hev re yan jî bi serê xwe plan xistin dewrê. Lê belê Kurd bi dawî nebûn; PKK li hemberî van hewldanên qirkirinê wekî berxwedanekê derket holê û bi pratîka xwe re bersiv da vê rewşê.
Berxwedana PKK’ê hebûna Kurd derxist ronahiyê
Ew berxwedana ku PKK’ê afirand, hebûna Kurd a ku veşartî bû derxist ronahiyê, ew kir berxwedêr û zana kir. Hişt ku hebûneke civakî ya Kurd a ku xisleta wê ya demokratîk pêşketî ava bibe. Lê belê nekarî çareseriya xwe bixwe jî hilberîne. Ji ber ku dewletên serdest, netewe-dewletên herêmê, hêzên hegemonîk û hevkarên wan ên di nav civaka Kurd de dest ji qirkirina çandî ya Kurdan bernedan. Li hemberî vê bixwe jî, nekarîn pêşî li derketina civaka Kurd bigirin ku wekî hêzeke rêxistinbûyî gav bi gav daxwazên xwe yên demokratîk bilind dikir.
Netewe-dewletên serdest, di pêkanîna polîtîkayên qirkirina çandî yên ku gav bi gav qels dibin de, êdî mîna berê ne bi bandorin. Heta nîşaneyên destberdana ji vê yekê zêde dibin. Wê çareseriyek çawa ji vê pirsgirêkê re bê dîtin ku wekî hêzên serwer li bendê bûn tasfiye nebû lê bi temamî negihîşt hedefa xwe jî?
Çareseriya Civaka Demokratîk
Eşkere ye ku rêya vê yekê di çareseriya civaka demokratîk re derbas dibe. Tê dîtin ku li pêşiya qebûlkirina çareseriya civaka demokratîk, çi ji aliyê welatên herêmê ve çi jî di qada navneteweyî de astengiyên cidî hene. Heta fahm kirina vê yekê ya di nava civaka Kurd de jî bi serê xwe hewldan û xebatekê dixwaze. Lê belê ji derveyî vê, dîtina çareseriyeke ku nêzîkî rastiyê be jî zehmete.
Li aliyê din, çareseriya civaka demokratîk gav bi gav giranî qezenc dike. Êdî hebûna Kurd ne mijara nîqaşê ye, ji vê rewşê derketiye. Lê belê ka wê çareseriya polîtîk a vê yekê di her çar parçeyan de çawa be, hîn jî nehatiye bersivandin.
Pêngava dawî ya Komara Tirkiyeyê kêm-zêde nîşan dide ku gihiştiye ferqa vê rastiyê û bi hewldanan jî tê fahm kirin ku xwediyê niyetek çareseriyê ye. Me jî bi ‘Manifestoya Aşitiyê û Civaka Demokratîk’ re li hemberî vê pêngavê nêzîkatiyeke erênî nîşan da. Em di nav vê nêzîkatiyê de pêşbînî dikin ku eger li ser çareseriya entegrasyona demokratîk lihevhatin çêbibe, wê ber bi çareseriyekê ve biçe.
Herkes hewl dide civaka demokratîk fêm bike
Entegrasyona demokratîk, îfadeyek çareseriya demokratîke. Şîrovekirina teorî û sazbûna vê yekê, ji bo Komara Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Bi taybet raya giştî ya Tirkiye yê hîn jî wisa dizane ku em li pey dewletekê ne. Em li hemberî netew-dewletê ne, çimkî ev yek li dijî têgihîştina me ya sosyalîzmê ye; bermahiyek sosyalîzma pêkhatiye ku hilweşiyaye û xelasbûye. Lê belê, di serî de kadroyên me bixwe, her kes hewl dide fêm bike ka wê civaka demokratîk çawa be, li gorî xwe lêhûrbûyîn dike. Komara Tirkiyeyê, Îran, Iraq û hêzên kûrewî bi vê yekê re tiştê ku tê hedefkirin hîn bi şêwazekî zelal şîrove nekirine.
Sosyalîzma civaka demokratîk
Kesên ku bi çavên erênî û neyînî li mijarê dinêrin hene; wê hebin jî. Mafê diyarkirina qedera xwe bixwe ya neteweyan a li ser bingeha netew-dewletê ku sosyalîzma pêkhatî afirandiye, prensîbeke çareseriyê ye ku ji prensîbên Wilson hatiye hilberandin û rêgezek çareseriyê ya ne sosyalîste. Çareseriya netew-dewletê ku diyardeya herî girînge bûye sedema herifîna sosyalîzma pêkhatî jî, xwe dispêre vê prensîbê. Li şûna xwestina vê çareseriyê, me têgihîştina xwe ya sosyalîzmê jî ji nû ve gihand formulasyonekê û wekî sosyalîzma civaka demokratîk pênase kir. Ji ber vê sedemê, nirxandina civaka demokratîk bi hemû pîvanên wê re xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Modela netew-dewletê ya ku wekî modela derketina ji pirsgirêkê tê nîşandan, wek hêmanê herî pêşî ya ku aligir û afirînerê pirsgirêkan e, ne di kapasîteya çareser kirinê de ye. Ew lêgerînên netewe-dewletê yên ku mîna “lêgerîna çareseriyê” tên nîşandan, lêgerîna parvekirina serdestiyê û lêgerîna dîtina cihekî di nav hêza hegemonîk de ye ku gav bi gav dighîje lûtkeyê. Ya ku dimîne çareseriya civaka-neteweya demokratîke ku wekî xala navendî ya lêgerîna me, modela derketina ji qeyrana civakî ye.
Di eslê xwe de entegrasyona demokratîk, rastiya çareser kirina pirsgirêka civakê û pirsgirêka dewletê îfade dike. Bi awayekî giştî dewlet bi îdiaya çareserkirina pirsgirêkên civakî derketine holê. Ev yek, ji bo hemû rastiya dewletê tê gotin. Lê belê di dirêjahiya dîrokê de dewlet bixwe gav bi gav dibe çavkaniya pirsgirêkê. Ji bajar-dewletên serdema pêşîn heta netewe-dewletên îro, taybetmendiya bingehîn a hemû şêwazên dewletê ev e.
Kurd gihîştine qudreta tercîha azad
Dema ku di vê çarçoveyê de li pirsgirêka Kurd were mêze kirin, eşkere ye ku di destpêkek girîng de ye. Kurd di roja me de ji sedsalên 19’an û 20’an pir cudatir in ku di Rojhilata Navîn de hêza kirdeyê bidestxistine; êdî bûne kirde. Xwediyê hêza pêwîst a îrade, biryar, paradîgma, îdeolojî, rêxistin û hêza polîtîk in ku dikarin tercîhên xwe bi awayekî azad bikin. Di vê xalê de em behsa azadiya mûtleq nakin. Azadiya mûtleq ji bo ti gelekî ne gengaz e. Em behsa tercîha azad a ka wê çawa û bi kê re bijîn dikin. Kurd di vê wateyê de gihîştine qudreta tercîha azad. Kurd, ferzkirinêne ji derve û xwe spartina hinekên din wekî berê qebûl nakin. Gihîştine astekê wisa. Wê wekî civaka-neteweya demokratîk, entegrasyona demokratîk bi vê tercîha azad re pêk bînin. Li ser vê bingehê entegrasyon wê di encama tercîha resen de û li ser bingeha dilxwaziyê be. Wê li sosyolojiya dîrokî û rewşa polîtîk a îro, mêze bike wê biryara xwe ya tercîha ku kîjan tifaqa stratejîk ji bo wî/ê û gelên Rojhilata Navîn guncav e bide.
Destûra bingehîn a nû pêwîste
Entegrasyona demokratîk; têkiliyan û beşdariya li dewletê li gor sosyolojiya dîrokî, li ser esasê sosyalîzma civaka demokratîk sererast dike. Ji bo vê, reformek ku destûra bingehihên a nû ku demokrasiya xwecîhî hildigire pêwîst dike. Reformek wiha cewherê entegrasyonê îfade dike. Li ser vê bingehê çareseriya ku em pêşdixînîn ne çareseriyek takekesî, entegrasyonek kolektîf e. Welatiyê azad îfadeya vê heqîqetê ye. Wê Kurd li ser esasê kolektîf, bi awayek azad beşdarî Komara Tirkiyeyê bibin. Li gorî vê, reformeke nû ya destûra bingehîn pêwîst e ku demokrasiya herêmî bigire nav xwe.
Di vê xalê de girîng e ku girêdana bi dewletê re, bi tercîha azad a nijad-netewe, ol-çand û sîstemê ve neyê tevlihevkirin. Girêdana bi dewletê re, welatîbûna destûra bingehîn e. Lê belê tercîha nijad-netewe, ol-çand û sîstemîkbûn cuda ye. Her welatiyê-a ku welatîbûna wî/ê bi destûra bingehîn ve girêdayî be, pêwîst e bikaribe nijad-neteweya xwe, ol-çanda xwe û sîstematîk bûna xwe bi awayek azad bijî. Ji bo vê pîvana bingehîn ew e ku yekparebûna dewletê xerab nebe. Entegrasyona demokratîk hem yekparebûn û hebûna dewletê mîsoger dike û hem jî dihêle ku her welatî wekî ku me li jor diyar kiribû di her sê qadan de tercîha xwe ya azad bike. Stratejiya Entegrasyona Demokratîk tam vê yekê îfade dike.
