SILÊMANÎ-ROJNEWS
Niştestiyên taxên Kompanyaya Newzad û Serçinarê yên li bajarê Silêmaniyê, li dijî nebûna ava vexwarinê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew neçarin bi tankeran avê bikirin, lê ev av dibe sedema nexweşiyan û ne paqije.
Niştecihên taxên Kompanyaya Newzad û Serçinar yên li Silêmaniyê, li dijî qutkirina ava vexwarinê daxuyaniyek dan û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Li ser navê niştecihên her du taxan Şine Elî axivî û got: "Her sal em rûbirûyî vê pirsgirêkê tên, em daxwaz dikin ku ev pirsgirêka me bê çareserkirin. Piraniya xwe pênc heta heft rojan avê nayê. Li taxê piştî du-sê rojan av tê berdan, lê rêjeya wê avê ya ku didin me pir keme, bi taybetî di vê werza havînê de ku em nikarin amûrên hênkkirinê jî pê bixin. Ji bilî vê, piştî her du-sê rojan tenê nêzî du saetan avê berdidin ku ev dem bixwe jî tankên me tije nake."
Şine Elî di dewamê de got: "Salane niştecihên her du taxan ku sê hezar malbatin, neçar dibin ku avê bi tankeran bikirin. Em nizanin çavkaniya wê ava tankerê paqije yan na, ji ber ku salane zarokên me bi nexweşiya zikçûn û vereşînê dikevin. Ev yek nîşan dide ku çavkaniya wê avê qirêje, pêwîste çavdêriya ava van tankeran bê kirin ka çavkaniya wan li ku derê ye. Her wiha agahî hene ku ava van taxan didin sîteyan û projeyan, ji ber wê jî ava nava kolanên me kêm kirine."
Şine Elî di dawiyê de behsa bêdengiya saziyên dewletê kir û got; "Aliyên peywendîdar bersiva me nadin û guh nadin me. Xelk hewcedarê ava vexwarinê ye, lewma em daxwaz dikin ku aliyên peywendîdar çavdêriya tankên avê bikin. Ji ber ku kes nizane ev av paqije yan na. Xelkê van taxan karker û mirovên feqîrin, nikarin avê bi daxwaza xwe bikirin û di nava vê bêkarî û bêpereyiyê de hatine hiştin."