Ajansa Nûçeyan a Iraqê ragihand ku şeva borî parlamenterê berê yê parlamentoya Iraqê Kazim Seyadî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û bi fermana Encûmena Bilind a Dadwerî ya bi tohmeta şantajê (gefê) hatiye binçavirin.
Kazim Seyadî di dema karê xwe yê parlamenteriyê de, yek ji wan kesan bû ku hertim daxuyaniyên tund li dijî Herêma Kurdistanê didan.
Binçavkirina Kazim di demekê de ye ku rayedarên Iraqê dest bi kampanyayeke mezin a li dijî gendelî, binpêkirin û xirapkaranîna desthilatê kirine; heta niha gelek berpirsên berê yên ji ber gendeliyê hatine girtin.
