Ajansa France 24, derbarê naveroka serdana Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf a ji bo Iraqê û mijarên girîng ên ku ew li gel berpirsên Iraqî nîqaş dike, raporek weşand.
Li gorî ajansê mijara herî girîng ku Serokê Parlamentoya Îranê li gel hikûmeta Iraqê nîqaş kir; mijara çekên komên çekdar ên Iraqê û nirxandina hevkariyên aborî yên navbera her du welatan de bû.
Hat destnîşankirin ku di nav dosyayên din de, Qalîbaf hewldanên rêdayîna hikûmeta Iraqê ya ji bo hinardekirina petrolê bi rêya xeta Tengava Hurmuzê nîqaş dike; ev yek jî li beramberî daxistina beşek ji deynên aborî yên ku ketine ser milê Iraqê ye.
Her wiha hat diyarkirin ku Qalîbaf li gel hikûmeta Iraqê li ser agahiyên îstîxbaratî diaxive ku ketine destê Îranê. Hate gotin ku agahî nîşan didin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) komek ji hêzên muxalefeta Kurd ên Îranê (yên ku li Herêma Kurdistanê bi cih bûne) çekdar dike; armanca Amerîkayê ewe ku van hêzan ber bi sînorên Îranê ve bixe nava tevgerê û ji navxweya Iraqê ve eniyeke şer li dijî Îranê veke.
Ajansê bal kişand ser wê yekê ku Îran di qonaxa niha de pêdiviyeke mezin bi hevkariyên aborî yên li gel welatên herêmê heye daku bikaribe wê ambargoya aborî ya giran a ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser hatiye sepandin, bişkîne.
https://rojnews.news/ku/seroke-parlamentoya-irane-gihist-bexdaye/
