NAVENDA NÛÇEYAN
Di demekê de ku ti bendeke yasayî û destûrî nîne ku hevpeymaniya aliyan piştî hilbijartinê bê redkirin, lê PDK hevpeymanî bi beşeke aliyên Iraqî re hê jî heye; bi hemû rengî li dijî hevpeymaniya YNK’ê û Nifşa Nû rawestiyane.
PDK û YNK’ê bi qasî 6 mehan li hev şêwirîn û civiyan ji bo avakirina hikûmetê û aktîfkirina Parlamentoyê. Nîqaş li ser du astan hatin kirin. Beşek çawa avakirina hikûmetê û nexşerêyeke ji bo siberoja Herêmê bû. Li ser vê yekê gihiştin lihevkirinê. Lê belê dema hatin ser asta duyemîn ku ew jî parvekirina erk û wezîfeyên di nava hikûmetê de bû, nîqaş sekinîn û rewş gihişte vê qonaxê.
Piştî hilbijartina Parlamentoya Iraqê PDK’ê gotibû: “Êdî weke berî hilbijartinê emê nêzîkatî û nîqaş li gel YNK’ê nekin. Tiştên berî niha me ji bo wan dayî, niha nadîn.”
YNK a li hemberî vê 23 kursî li Parlamantoyê heye, bi Tevgera Nifşê Nû re ya ku 15 kursî hene, li hev kir û hevpeymaniyek ragihandin. Çav li rê ye ku di nava vê hefteyê de eger ti pirsgirêk dernekeve wê ev lihevkirin bi fermî bê ragihandin û îmzekirin.
Piştî vê gavê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi fermî ragihand ku hevpeymaniya wan bi Nifşa Nû re 39 kursiye, daxwaza nîva hikûmetê dikin.
Serokê Nifşa Nû Şasuwar Ebdulwehîd jî gotibû: “Bi YNK’ê re bûne 42 kursî û daxwaza serokê hikûmetê û nîva hikûmetê dikîn.”
Li hemberî vê hevpeymanê PDK rawestiyaye û fermî vê yekê qebûl nake û dibêje; “Ev lihevkirin li girtîgehê hatiyekirin û ti bawerî pê nayê.” Li aliyê din heman PDK bê navber banga yekrêzî û tevlîbûna hemû aliyan dike ku cihê xwe di hikûmetê de bigire. Dema dibîne ku hevpeymaniya YNK û Nifşa Nû ne di berjewendiyên wan de ne, li dijî wê disekine.
Ti bend an jî astengiyeke destûrî ne li Iraq û ne jî li Herêma Kurdistanê heye ku pêşiya avabûna hevpeymaniyeke bê kirin, bigire. Aliyên siyasî di her rewşê de be azadin ku hevpeymaniyekê ava bikin an jî piranî parlamenteran bide aliyê xwe. Lê PDK ji ber avakirina vê hevpeymaniya di navbera YNK û Nifşa Nû de li pêşiya avakirina hikûmetê pirsgirêkan derdixe.
Di demekê de ku PDK bi xwe li Parlamentoya Iraqê û heta hilbijartina li Meclisa Walîtiya Kerkûkê, şûna li gel Kurdan li hev bike li gel aliyên Ereb li dijî Kurdan derket û hevpeymaniyek ava kirin. Kes li dijî vê yekê derneket.
YNK û Nifşa Nû bi fermî deriyê hevpeymaniyê ji bo hemû aliyan vekir ku tevlî wan bibin ku vê rewşa parçeyî bi dawî bikin. Aliyên din ev daxwaz red kiriye. Hinceta vê jî wan ragihandiye ku ew rêya muxalefetiyê hilbijartine ne diçin nava hikûmetê ne jî tevlî aliyekê dibin. Sedema vê jî tirsa ji dengê kolan û cezakirina endam û aliyên wane. Ji ber vê helwestê pirsa neavakirina hikûmetê giran bûye.
Çavkaniyeke bilind ji nava YNK’ê ji Rojnewsê re ragihand ku hevpeymaniya wan ne li dijî ti aliyekê ye, berovajî ji bo wê yekê ye ku ji vê parçebûnê û nakokiyên heyî derbas bibin, gavên pêkanîna hikûmetê û aktîfkirina parlamentoyê asayîtir bikin. Çavkaniyê daxwaz ji hemû aliyan kir ku tevlî vê hevpeymaniyê bibin.
Heman çavkaniyê anî ziman ku PDK vê hevpeymaniyê bi hinceta ku di nava girtîgehê de hatiye kirin îfade dike, lê ya rast ewe ku PDK vê hevpeymaniyê ji bo xwe xeterî dibîne û naxwaze. Ji ber ku dizane ku wê piranî ji dest biçe.
Li gorî agahiyên Rojnewsê, berî lihevkirina YNK û Nifşa Nû, PDK hewl da ye li gel Nifşa Nû, Yekgirtû, Komel û Helwsêt ji bo avakirina hikûmetê hevpeymaniyekê îmze bike. Ji bo pêkanîna vê jî gelek destkeft û îmtiyaz xiste pêşya wan, lê bê encam ma. Piştî vê kete nava hewldên din ku yek bi yek parlamenterên komên din bikişîne aliyê xwe. Bi vê hewldanê heta astekê bi ser ket. Ji bo wê niha daxwaza aktîfkirina parlamentoyê, berî ku hikûmet bê avakirin û lihevkirinên aliyên din.
(eh)
PDK li dijî hevpeymanên Kurdan bi Ereban re hevpeymaniyê dike!

18