Piştî ku mamosteyekî olî di gotarekê de heqaret li civaka Êzidî kir, raya giştî li dijî vê yekê bertekek tund nîşan da,  pêkhateyên olî yên parêzgeha Silêmaniyê li dijî vê gotarê daxuyaniyek hevbeş dan.

Daxuyanî wiha ye;

“Em, wekî nûner û pêkhateyên olî yên parêzgeha Silêmaniyê, bi fikareke kûr ji belavbûna vîdyoyekê haydarin, ku tê de peyama gef û teşwîqkirina kuştin û tundiyê li dijî welatiyên Êzidî tê dayîn.

Em tekez dikin ku tu gef an teşwîqkirina kuştinê nikare ol û ruhê rastîn yê olî temsîl bike. Ol bi gelemperî mirovahiyê, rêzgirtina ji bo jiyanê, edalet, dilovanî û aştiyê belav dikin. Ji ber vê yekê, bikaranîna navê olê ji bo teşwîqkirina tundiyê û kuştinê zererek mezin dide ol bi xwe û civakê.

Wek pêkhateyên olî yên li parêzgeha Silêmaniyê, em li ser bingehek hevpar bi cudahîyên xwe yên olî û çandî re tên gel hev. Parastina jiyanê, rêzgirtina ji bo mirovan, azadiya baweriyê, aştî, tehemûl û jiyana hevbeş, pêkhateyên Misilman, Xiristiyan, Kakayî, Zerdeştî, Sabî'ey Mendayiyan û Êzîdî, em hemû beşek ji civakek pir-reng û pirolî ne. Nabe cudahîyên me bibin sedema veqetandinê. Belkû, divê cudahiyên me bibin çavkaniya dewlemendî û hêzê ji bo civakê.

Silêmanî û Kurdistan di seranserê dîrokê de warê pêkhateyên cuda bûne. Em bi keyfxweşî beşdarî çalakiyên olî yên hev dibin, xemgînî û kêfxweşiyên hev parve dikin, di demên hewcedariyê de piştgirî û penageha hevin. Dirûşma me zelale; ‘Bi hev re bijîn û hev biparêzin’. Divê tu dengekî tundrew û tu peyama tehdîdkar nikaribe vê baweriya dîrokî û têkiliya civakî xirab bike.

Em bang li sazî û rayedarên peywendîdar yên Herêma Kurdistan û Iraqê dikin; Bi taybetî Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî divê peyam û gefên wiha bi cidî bigire û her kesê ku bi eşkereyî kuştin, tundiyê, nefretê teşwîq dike, li gorî qanûnê û bi rêya saziyên qanûnî berpirsiyar bigire.

Em bang li saziyên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl, hem li navxwe û hem jî li derveyî welat dikin ku bi zelalî li dijî her gef û teşwîqkirina tundiyê li dijî pêkhateyên olî û etnîkî rawestin. Di heman demê de, em hişyariya civakî diparêzin û ji welatiyan dixwazin ku ji weşandina vîdyo û peyamên tundiyê û nefretê dûr bisekinin. Ji ber ku weşandina naveroka wisa dikare ji peyama bixwe bêtir zererê bide aştî û ewlehiya civakê. Em bawer dikin ku hemû ol ji bo parastina jiyan û rûmeta mirovan û afirandina aştî û jiyana hevbeş hatine, ne ji bo teşwîqkirina kuştin, nefret û tundrewiyê.

Peyama me ji bo hemû welatiyên Kurd û Iraqî eve: Cudahiyên me hêza me ne, ne sedema cudabûna me ne. Em yek civak, yek bedenin û erkê me yeke ku ew jî parastina aştî û jiyana hevbeşe.”

(wd)