Di beşa duyemîn a hevpeyvîna xiwe ya bi Rojnewsê re, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî, behsa destpêka karê xwe yê siyasî dike ku di nava Partiya Komunîst de dest pê kiriye.

‘Partiya Komunîst partiya yekemîn bû ku daxwaza otonomiyê dikir’

Mihemed Pênciwênî dibêje; "Ez bixwe sê caran bi Mistefa Barzanî re rûniştim ku du caran wekî nûnerê Partiya Komunîst çûm ba wî. Mistefa Barzanî di serdema xwe de xwedî roleke bi bandor bû di xebata tevgera azadîxwaz a gelê Kurd de. Partiya Komunîst di dema xwe de partiya yekemîn bû ku daxwaza mafên gelê Kurd û otonomiyê ji bo gelê Kurd dikir û bangewaziya wê yekê dikir, di demekê de ku wê çaxê hêj Partiya Demokrat (PDK) ev bangewazî nedikir."

‘Partî bi hêrs bû’

Têkildarî têkçûna peywendiyên navbera Partiya Komunîst û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Mihemed Emîn Pênciwênî anî ziman ku sedema vê sarbûnê derçûna Yasaya Çaksaziya Çandiniyê ya wê demê bû. Li gorî vê yasayê, biryar hatibû girtin ku zevî û erd li ser gundiyan bê belavkirin; ev yek jî bû sedema hêrsbûna axayan, lewma wan çek li dijî hikûmeta Iraqê rakirin û Partiya Komunîst jî piştgirî da wê yasayê.

‘PKK û Ocalan doza Kurd veguherandina pirseke neteweyî’

Pênciwênî got; ‘‘PDK'ê dema dît ku Partiya Komunîst çek rakiriye û got ku hikûmeta Iraqê li pişt wane, pirsgirêka Kurd li ser şoreşa Barzanî ferz kir da ku rê li ber PKK'ê û birêz Ocalan bigire. Lê belê, hatina PKK'ê doza Kurd ji pirseke herêmî veguherand pirseke neteweyî. Ew welatên herêmê û dagirkerên Kurdistanê ku zêdetirî sedsalekê ye hewla têkdan û reşkirina tevgerên Kurd didin, îro li hemberî tevgerek wekî PKK'ê ku birêz Ocalan serkêşiya wê dike, bêçare mane; ji ber ku ev tevger bi kesî nayê birêvebirin ku di heman demê de li her çar parçeyên Kurdistanê xebatê bide meşandin.’’

Mihemed Pênciwênî da zanîn ku hatina ser desthilatê ya partiya Baasê rojeke reş û tarî bû di dîroka Iraqê de, bi taybetî li ser gelê Kurd; bi awayekî hovane û dînane êrîşî canê gelên Iraqê kirin. Li hemberî Partiya Komunîst bi temamî hovbûnek nîşan dan û polîtburoya Partî (PDK) jî kete pey canê komunîstan.

Pênciwênî got; "Ez wê çaxê şeş mehan di zindanê de mam, ji ber ku ez komunîst bûm û ew zindana ku ez tê de bûm a PDK’ê bû. Ew cudahiya ku wê demê di navbera her du beşên Partî de derketibû, heta niha jî berdewam dike û Başûrê Kurdistanê kirine du parçe."

‘Şehîd Aram kesayetekî pak û dilsoz bû’

Yek ji wan kesayetiyên bi bandor ku Mihemed Pênciwênî pê re rûniştiye û peywendiya wî pê re hebû, Şehîd Aram e. Derbarê vê mijarê de jî Pêncwênî dibêje; "Min Şehîd Aram di rojnameya 'Hawkarî’ de li Bexdayê nas kir û me her duyan li wir dinivîsand. Şehîd Aram marksîstekî klasîk bû, kesayetekî pak, dilsoz û Kurdekî welatparêz bû. Xwedî hêzek mezin a rêxistinî û hêzê bû, lê mixabin zû şehîd ket."

Têkildarî nirxandina Rêber Apo ya li ser Şehîd Aram, Mihemed Emîn Pênciwênî anî ziman ku Rêber Ocalan ji bo Şehîd Aram gotiğe; "Eger ew li Başûrê Kurdistanê bima ba, hewcehiya me bi şoreşê nedima. Ji ber ku ew xwedî kesayeta şoreşgerekî rasteqîn bû." Di heman demê de Şehîd Aram digot ku hestiyariya xelkê bi navê komunîzmê heye, ji ber wê yekê Komeleya Rencderan ava kir û ev nêzîkatiya wî jî pir rast bû.’’

‘Peywendiyeke dîrokî di navbera Mam Celal û Rêber Apo de hebû’

Têkildarî peywendiyên bi Mam Celal û Rêber Abdullah Ocalan re yên ji bo xebata yekrêziya Kurd û piştgiriya parçeyên din, Mihemed Pênciwênî dibêje; "Peywendiyeke dîrokî di navbera Mam Celal û Rêber Apo de hebû. Heta peymaneke wan a veşartî jî hebû ku li ser her mijarekî Kurdî bi hev re kar bikin û piştgiriya tevgera Kurdî bikin, her wiha hewl bidin ku tu carî şerê navxweyî di navbera wan de çênebe."

https://rojnews.news/ku/sopa-siyasetmedarek-ya-di-rupelen-diroke-de-mihemed-pencweni/