Piştî rexneyên li Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) li ser veşartina çar buyerên kuştin û bi dehan birîndaran, Pentagon bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê li gel Îranê belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji 28’ê Sibatê ve di şerê li dijî Îranê de 18 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û 757 leşker jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye ku meha borî, Pentagon lijneyek nû bi navê ‘Operasyonên Derve’ damezirand, ku kuştî û birîndarên operasyonên ku ji 7’ê Tîrmehê ve destpê kirine eşkere bike.
Ev bîlanço piştî wê yekê tên ku ji ber veşartina demkî ya çar buyerên kuştin û bi dehan birîndaran rexne li Pentagonê hatibûn kirin. Wezaretê jî sedema van guhertinan wek ‘têkçûna di daxuyaniyan’ da nîşandan.
(fk)
