Li ser cadeya têketina Helebceyê wek wefadariyek ji bo bîranîna şehîdê jîngehê Mihemed Heyder, kesûkarên wî perde li ser wêneyê şehîd Mihemed Şêx Heyder rakir ku sala borî di dema vemirandina şewatek li Helebceyê de jiyana xwe ji dest dabû.
Xwarziya şehîd Perya Selah, li ser danîna wêneyê şehîd ji ajansa me re axivî û got: “Wek malbata Şehîd Mihemed me ev wêne çêkir û li vir danî daku navê wî wek şehîdek zindî yê jîngehê bimîne. Em dixwazin xelkê Helebceyê vî şehîdî ji bîr nekin. Ji berku wî canê xwe ji bo parastina jîngeha vî welatî feda kir.”

Perya Selah got ku divê ew jîngeha ku şehîdan ji bo parastina wê canê xwe fedakirine, bêt parastin û parastina jîngehê erkê hemû kesî ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye roja 17’ê Tebaxa 2025’an şewatek mezin sînorê gundên Çinar, Sazan û Mordên yên li sînorê parêzgeha Helebceyê derket. Di encama şewatê de 5 hezar donim puş û darên xwezayî şewitîn. Her wiha di dema xebatên ji bo vemirandina şewatê de, ciwanê jîngehparêz Arî Muxtar û karmendê Rêveberiya Polîsan a Jîngehê Mihemed Heyder bi giranî birîndar bûn û piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
(kş)
