NAVENDA NÛÇEYAN Tevî hemû hewldanên Rêber Apo û hemû pêngavên Tevgera Azadiya Kurd ya ji bo serketina Pêvajoya Aştiyê, rewşa niha ji ber xemsariya dewleta Tirk û sepandina reşnivîsa destûrê, li şûna çareseriya rasteqîn a demokratîk, nêzîkî astengiyê kûr bûye. Aliyên Kurdî jî hemû cûre sepandinên tên ferzkirin red dike. Niha pirsa reşnivîsa destûrî ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û şandina ji bo Parlamantoyê di rojevê de ye. Lê naveroka reşnivîsê çiye? Siyaseta li pişt çiye? Çiqasî mafê gelê Kurd têde hatiye garantîkirin, nêzîkatiya dewleta Tirkiye li hemberî pirsa Kurd çiye? Emê di vê dosyayê de nîşan bidin. Gavên Tevgera Azadî ya di Pêvajoya Aştiyê de Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an a ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ du rojan bi şûn ve PKK’ê yek alî agirbest îlan kir û piştre jî di navbera 5-7’ê Gulanê de Kongeya 12’an a PKK’ê lidar xist û biryara fesixkirina PKK’ê û hemû çalakiyên leşkerî û têkoşîna li ser navê PKK’ê dawî anî. 11’ê Tîrmehê li Şikefta Casene ya dikeve sînorê Parêzgeha Silêmaniyê 30 gerîla bi pêşengtiya Hevseroka Giştî ya KCK’ê Besê Hozat bi merasîmekê sembolî ji bo nîşandana niyeta baş ji bo pêvajoyê li ber çavê raya giştî çekên xwe şewitandin. Di heman çarçoveyê de Berpirsên Tevgera Azadî 26’ê Cotmeha 2025’an di kongreyeke rojnamevaniyê de ya li Binarê Qendîlê ragihand ji bo cihên sînorî ku ihtimala şer lê heye, rû nedin, jî sînorên Tirkiye gerîlayên xwe vekişandine. Her wiha 16’ê Mijdara 2026’an jî Berpirsên Tevgera Azadiyê ragihand ku hêzên xwe yên li herêmên metisiya şer lê rû bide, veguhestine cihên cuda. Hewldanên mezin ên Rêber Apo û Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê Li gel gavên Tevgera Azadiyê, Rêber Apo jî di nava hewldanên girîng û mezin de ne ji bo serketina pêvajoyê û çareserkirina pirsa Kurd û gelên li herêmê, her wiha komara demokratîk ava bike. Di vê çarçoveyê de li Parlamentoyê bal kişand ser girêdanbûna bi pêvajoyê re û li Parlamentoyê di sala yekem a pêvajoyê de hate ragihandin ku ji bo gihandina entegrasyona demokratîk, pêwîstî bi yasayên aştiyê heye. Ji bo çareseriya demokratîk divê yasayên di çarçoveya siyasî, civakî, aborî û çandî heye. Di nava zêdetirî salek û 4 mehan de şandeya Îmralî ya DEM Partiyê bi aliyên siyasî yên Tirkiye û rayedarên herî bilind ên Tirkiyeyê re gelek civîn lidar xistin û hewl dabûn reşnivîseke destûrî amade bike ku nêrîna Kurdan jî li xwe bigire. Rêber Apo navnîşana vê yasaya aştiyê ku pêwîste bê derxistin weke ‘yasaya destpêk an jî yasaya çarçove’ pênase kiriye. Herî dawî Şandeya Îmralî ya DEM Partî 24’ê Gulana 2026’an serdana Îmralî kiribû, Rêber Apo nexşerêyek ji bo proje yasayê bê amadekirin, amade kiribû ku taybetmendiya yasayê, pêkêhateya projeyê, pênasekirina rol û statûya muzakerevanan li xwe digire. Dewletê çi kir? Ji wê demê heta niha Tirkiye ji derveyî avakirina komîsyona di din banê Parlamentoya Tirkiyeyê de ti gaveke din neavêtiye. Tevî hemû rexneyên aliyên Kurd jî rapora hatî amadekirin hate qebûlkirin. Diviyabû piştî cejna Remezanê gavên yasayî bihata avêtin û pêvajo bigihiştiba encamê. Komara demokratîk bihata avakirin. Lê ti gav nehatin avêtin û heta meha Hezîranê hat. Di vê demê de dewletê li ser CHP’ê dest bi siyaseteke nû kir û dadgehê biryara betalkirina Kongeya CHP’ê da ku têde Ozur Ozal weke serokê CHP’ê hatibû hilbijartin. Li gorî nêrîna çavdêran ev gavek bû ji bo dewlet dem qezenc bike û mijara pêvajoyê ji rojevê bê derxistin. Reşnivîsek ji bo radestbûna li dewletê Meha Hezîranê medyaya ser bi dewletê bê navber li ser reşnivîsa yasayê dest bi nûçe û raporan kirin, hinek madeyên reşnivîsa yasayî eşkere dike. Ew reşnivîsa ku pêwîste bê danîna pêşiya Parlamentoyê, berî her tiştî divê Rêber Apo hemû aliyên siyasî li nava Parlamentoyê bibîne. Lê AKP weke partiya yekem a Tirkiye û desthilat reşnivîsê amade dike. Li aliyekê hewl dide dem qezenc bike, li aliyê din reşnivîsek amade kiriye bêhna teslîmbûn û tinekirina Kurdan jê tê. Li gorî agahiyên medyaya Tirkiye ev yasa yekcarî ye û demkî ye. Destpêkê wê ji bo dema 3 mehan, lê Parlamento dikare ji bo sê mehên din jî dirêj bike. Navê wê jî weke yasaya ‘Rêxistina hilweşayî’ ji bo ti alî û rêxistinên din ên mîna Gulen sûd jê negirtin, tenê yasa taybete ji bo PKK’ê û Tevgera Azadî. Rê nayê dayîn ku merasîmên vegera bi girseyî bê kirin. Ew kesên ku tevlî şer nebûne, li gorî yasayên dewletê sûc nekiribe, dikarin sûd ji vê yasayê bigirin. Di gava yekem de 5 hezar kes dikarin vegerin û wê bên dadgehkirin. Ew kesên ku tevlî şer jî bûne, piştî dadgehkirinê, dibe cezayê wan bê sivikirin û ewên ku cezayê wan 5-10 sal bigirin, wê cezayê xwe bikişînin. Yên li derveyî girtîgehê û di bin çavdêriyê de nikarin di vê demê de tevlî ti avaniyên dewletê û siyasetê jî bibin. Yek ji xalên reşnivîsê ewe ku Rêber Apo û rêveberên asta bilind a rêxistinê wê, ji derveyî vê yasayê tên girtin. Pêşniyarên weke Başûrê Efrîqa, Fînlandiya û Norwec ji bo endamên bilind hatiye kirin. Wê Rêber Apo jî di bin çavdêrî û tecrîdê de bimîne bê ku statûyek ji bo wî bê diyarkirin an jî ‘Mafê Hêviyê’ bê dayîn ku ji destpêkê ve Serokê MHP’ê Devlet Baxçelî ew bang kiribû. Pêvajoya li ber çav re derbasirina cezayê girtiyên siyasî, zêdetirî 20 hezar kesî li xwe digire. Bi rengekî yek kesî bi rê ve diçe, li şûna ku doza ‘KCK, PKK’ a li Tirkiyeyê were rakirin, ewên ji vê doz hatine dadgehkirin raste rast bên azadkirin. Li ser vê Serokê Parlamentoyê Nûman Kurtulmuş got: “Yasa efûya giştî li xwe nagire.” Berpirsên DEM Partiyê jî got: “Divê yasa cudakarî li xwenegire, hemû bigire nava xwe û giştî be.” Direngxistina ji bo Peyîzê Piştî ku di meha Hezîranê de reşnivîs neçû Parlamentoyê, betlaneya Parlamentoyê hate paşxistin ji ber civîna lûtkeya NATO ya ku wê 7-8’ê Hezîranê bê lidarxistin. Di vê rewşê de AKP’ li bere ku reşnivîsê bibe Parlamentoyê, li bendê ye ku di vê dema yasadanînê de yasa bi temamî derbikeve. Dibe ji bo Peyîza îsal jî bê paşxistin. 33’emîn civîna şêwirmend û nirxandinê ya AKP’ê bi serokatiya Erdogan û tevlîbûna parlementer û berpirsên partiya wî li Sapancayê hate lidarxistin. Di civînê de hate xwestin ku di demeke herî kin de reşnivîsa yasayê bê parlamentoyê. Li aliyê din li bendê ye ku MÎT û hêzên ewlekariyê rapora xwe ya li ser valakirina tunelan û destberdana çekan ya zêdetirjî ji sedê 80’ê endamên rêxistinê (PKK) piştrast bike û piştre gav bên avêtin. AKP’ê pêşketina pêngava aştiyê bi radestbûna gerîla û danîna çakan ve girêdaye. Tevgera Azadî vê parvekirin û teslîmyetê bi temamî red dike. Helwesta KCK’ê û Tevgera Azadî çiye? Roja 12’ê Hezîranê Endamê Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan bal kişand ser kongreya 12’an ya PKK’ê û got: “Me di Kongreya 12’an de biryara çekdanînê negirtiye, em stratejiya têkoşîna çekdarî dirawestînîn. Ji bo çekdanînê divê Rêber Apo bi xwe vê pêvajoyê birêve bibe. Heta azad nebe, gavên yasayî û siyasî neyên avêtin çek nayê danîn.” Li aliyê din Konseya Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) roja 2’yê Tîrmehê peyameke girîng belav kir û got: “Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyekê qebûl dike. Bi gotina ‘Me qanûn derxist, qebûl nakin’ nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil. Eger bi Rêbertî re hevdîtin û nîqaş neyê kirin, nêrîna tevgera me neyê girtin û li ser vê yekê bê gotin ku wê qanûneke bi filan rengî bê derxistin, di naveroka xwe de wê filan filan tişt hebin; ev yek wê weke lîstikekê, weke ferzkirinê, her wiha weke komployekê bê dîtin. Ji xwe Nûman Kurtulmuş bi daxuyaniyekê got, wê qanûnek bê derxistin, yên bê wê bên, yên nehatin wê li dijî wan a pêwîst bê kirin. Biryarek têkildarî vê rêxistinê bi rengekî hevgirtî tê girtin û bi hevgirtî jî bi cih tê anîn.” Bangewaziyên medyaya Tirkiye û bêagahîbûna DEM Partiyê Çend rojên borî, dewletê bi rêya medyaya xwe wisa dan nîşandan ku reşnivîsa yasayê pêşkêşî Rêber Apo hatiye kirin. Li aliyê din Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, ew daxuyanî red kir û got: “Ti agahiyek bi vî rengî li ber destê me nîne. Ev 40 roj derbas bûye şandeya Îmralî hevdîtin bi Rêber Apo re nekiriye, şert û mercên Rêber Ocalan nehatiye başkirin û tecrîd dewam dike.” Li aliyê din Dr. Xeyrî Hezargul di nivîseke ya ji bo Rojnameya Yenî Yaşamê de gotibû ku Rêber Apo reşnivîseke ji 7 madeyan pêk tê pêşkêşî dewletê kiriye, lê heta niha dewletê bersiva vê yekê nedaye. Rastiya ji devê AKP’ê Tevî vê siyasetê û nêzîkatiya dewletê, wisa nîşan dide ku hemû daxwazên Kurdan hatiye dabînkirin, mafê hebûn, ziman û çanda gelê Kurd hatiye dayîn, azadiya fîzîkî ya Rêbar Apo hatiye pêkanîn. Şêwirmendê Bilind ê Erdgoan û Alîkarê Serokê Desteya Siyasî ya Yasdanînê Serokkomariya Tirkiye Mehmet Ucum di nivîsekê de destnîşan kir ku beşek ji wan ên hewldanên xirab bikaranîn û belavkirina pêvajoya danûstandinê ya li gel Rêber Apo, aliyên têkildar û pêkhateya yasayan zû yan jî direng wê baca wê bide. Mehmet Ucum gef xwar ku danûstaninên di vê qonaxa dawî de ya bi Rêber Apo re dikare di atmosfereke hê aramtir de, encamên pêşketîtir bi xwe re bîne. Ucum anî ziman ku ew kesên bi gotin û kiryar nerast dixwazin ziyanê bidin pêvajoyê, wê di bin berpirsyariyên vê pêvjaoyê de bifetisin. Dema em li rewşa rastî dinêrin, ev derdikeve ji bo pirsa Kurd û gelên herêmê çareser bibe, her wiha ji bo komara demokratîk bê avakirin; Rêber Apo çend gavên girîng û dîsa Tevgera Azadiyê gavên şênber û pêwîst avêtiye. Ew jî aştî naxwazin, hewl didin ku Kurdan tine bikin yan jî dixwazin wan teslîm bigirin, bi çend mafeke kêm gelekê qir bike. Di vê pêvajoyê de, Kurd daxwaza garantîkirina mafên xwe di destûr û destûra yasayî de dikin da ku deriyê siyasetê, azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rakirina qanûnên têkildarî vegera gerîlayên azadiyê bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bikin. Li aliyê din di nava dewletê de dixwazin Kurdan tine bikin. Eger ev hişmendî dewam bike, teqez wê pêvajo tine bibe, dibe ku li her çar beşên Kurdistanê li dijî gelê Kurd şer bê destpêkirin. Tevgera Azadî û KCK’ê jî bi peyamên dawî bal kişand ser vê xeteriyê. (eh)