Tevî ku Kurdistan ji bo hilberandina çandinî û berhemên navxweyî ye, lê ji bo hilberîna berhemên saxlem û bêzirar li gor tê xwestin alîkariya cotkaran nehatiye kirin. Bi taybetî di hilberîna kîmyayî û peyînê xwezayî ya navxweyî de. Pisporên çandiniyê û cotkar li ser mijarê ji ajansa me re axivîn.
Cotkar û xwediyê zeviyên pitatan (kartol) Bîlal Mehmûd têkildarî mijarê ev tişt got: “Tevî ku şer û aloziyên li Herêma Kurdistanê bandor li hinardekirina pêdiviyên çandiniyê kiriye jî, lê Herêmê nekariye barê cotkaran kêm bike da ku girîngiyê bidin pêwîstî û hilberîna keresteyên ku ji bo cotkaran pêwîstin yên wek peyînê xwezayî û dermanên bi qalîteya baş. Ev yek ji bo cotkaran bûye pirsgirêk di hilbirîna berhemên xwezayî de.”
Bîlal Mehmûd bang kir ku divê bal were kişandin ser hilberîna pêdiviyên cotkaran û şîrketên ku pêdiviyên ku ji bo cotkaran hewce dike, çêkin û got; “Li şûna ku em gelek bac bidin û pereyên xwe bişînin derve, divê berhemên li navxweyê Kurdistanê bên firotin.
Ew qasî ku bîr li aliyê bazirganiyê kirin, ew qas bîr li aliyê tenduristiyê nayê kirin. Ya ku rayedar jê berpirsyarin eve. Em dixwazin malzemeyên me xwezayî (organîk) bin û ji bo welatiyan kêm biha û saxlem bin.”
Endezyarê Şêwirmendiya Aborî yê Sewalkariyê Şarûx Mihemed jî da zanîn ku sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê pêşketineke baş çêkiriye. Li beramberî vê yekê jî, hin beşek ji wê piştgirî û alîkariya ku ji cotkaran re dihat kirin, ne di astek baş de bû û ji bo cotkaran bû bargiranî. Evane jî pêk tê; zêdebûna bihayê kelûpel û pêdiviyên ji bo çandiniyê ye. Ji ber sedema şer û pevçûnê, kelûpel bi awayek berçav giran bûne û bandoreke neyînî ya aborî li ser cotkaran kiriye.”
Têkildarî alternatîfa peyînên kîmyayî wiha axivî; “Girînge ku li şûna peyînên kîmyayî gavan bavêjin û biguherînin bi peyînên xwezayî. Li beramberî vê yekê jî çêkirina çavkaniyekê ye da ku cotkar bikaribin bi hêsanî bidest bixin ku dibe sedem tu nakokiyek mîna rewşa heyî dê bandorê li cotkar û hilberên herêmî bike. Di heman demê de, veberhênana navxweyî careke din vediguhere nirxek din yê aborî ji bo welat, ku dahata wî ji bêrîka welatiyekê diçe berîka welatiyek din.”
Endazyar Şarûx Mihemed tekez kir ku xizmetkirina ax, jîngeha Kurdistanê û parastina wan ji qirêjbûna kîmyayî pir girînge û got; “Ji ber ku Kurdistan xwedî axek berhemdare, bikaranîna kîmyayî û dermanên kêzikan bi awayekî zanistî axê diwestîne ku ev yek bandorê li kêmkirina hilberîna cotkaran dike.”
Pisporê Ax û Avê Muslim Silêman jî di derbarê mijarê de wiha got; "Di salên dawî de, şîrketên çandiniyê û endezyar hewl didin ku cotkaran teşwîq bikin ku berê xwe bidin karanîna gubreyê kîmyayî û dermanên zirardar yên çandiniyê. Ev ji bo berhemeke paqij û xwezayî ye. Ji ber ku ax û materyalên saxlem bandorê li tam, bêhn û rengê berheman dikin, divê em li ser vê yekê bixebitin ka em çawa berhemên xwe baştir bikin û di heman demê de ji bo nifşên pêşerojê axeke saxlem bihêlin."
Her wisa Cîgirê Rêveberê Giştî yê Çandiniya Silêmaniyê Cotyar Xalid wiha got: "Herêma Kurdistanê ji bo çandiniyê xwedî erdekî pir başe. Em wekî Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê wekî Rêveberiya Giştî ya Parêzgeha Silêmaniyê piştgiriyê didin cotkaran di sektorên nebatan û sewalan de.
Niha, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide berhemên navxweyî ji bo welatên din bişîne, ku ev destkeftiyek pir başe. Em hewl didin ku berhemên xwe bi awayekî pir baş bigihînin welatiyên xwe.”
(wd)




