NAVENDA NÛÇEYAN
Di demekê de ku dihat gotin êdî Iraq bi şandina dahata navxweyî mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dişîne, lê belê derket holê ku ev pirsgirêk hîna berdewame û nehatiye çareserkirin. Ji bo mûçeyê vê mehê, Iraq daxwaza 120 milyar dînar dahata navxweyî dike û herêm jî dibêje: "Tenê nîvê vî mîktarê di destê me de heye." Ev bûye asteng ji bo mûçeyan û çarenûsa wê ketiye nav civîna Encûmena Wezîran a paşerojê ya Iraqê, tê pêşbînîkirin ku mûçeyê meha Hezîranê bikeve nav meha Tîrmehê.
Di kabîneya beriya vê ya hikûmeta Serokwezîrê berê Mihemed Şiya Sûdanî de, her du wezaretên darayî yên Iraq û Herêmê li ser vê yekê lihev kiribûn ku herêm nefta xwe radestî kompaniyaya SOMO'yê bike û mehane jî 120 milyar dînar ji dahata navxweyî ya herêmê bide hikûmeta navendî. Lê belê her ji destpêkê ve ev lihevkirin bi pirsgirêk û astengiyan re rûbirû bû û nehat îmzekirin.
Herêma Kurdistanê 120 milyar dînar pir zêde dibîne û daxwaz dike ku ev pere were kêmkirin û bibe 50 heta 70 milyar dînar. Lê belê di kabîneya berê de ev daxwaza herêmê hertim dihat redkirin û Iraqê li ser standina 120 milyar dînarî kir israr dikir. Herêmê jî 120 milyar dînar hinek mehan dişand û hinek mehan jî nedişand, ev rewş heya destpê kirina şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de dewam kir.
Dema ku şerê Amerîka û Îsrailê li gel Îranê destpê kir û di encamê de Tengava Hurmuzê hat girtin û pirsgirêka hinardekirina neftê û liv û tevgera bazirganî ji bo Iraq û herêmê çêbû, dahata neftê û deriyên sînorî ji %20 zêdetir daket. Herêmê daxwaz kir ku dahata navxweyî were kêmkirin, ji ber ku dahata herêmê bi rêjeyeke pir mezin kêm bûbû. Bexda jî bi vî şêwazî razî bû ku miktara vî pereyî bibe di navbera 45 û 50 milyar dînarî de.
Piştî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ya bi serokatiya Elî Zeydî, ji bo mehên 4 û 5'an sîstemetîk kar kir. Lê belê di çend rojên borî de şandeya herêmê berê xwe da Bexdayê û tê de daxwaz ji Wezareta Darayî ya Iraqê kir ku dahata navxweyî ji bo wan were kêmkirin û bibe 50 heta 65 milyar dînar, yan jî radestkirina dahatê bi rêjeya %50 be, ango eger dahata herêmê çend be, bila %50’yê wê dahatê radestî Bexdayê bikin.
Li gorî agahiyên Wezîrê Darayî yê Iraqê Faleh Sarî, ji şandeya herêmê re gotiye ku ew nikarin vê mîktarê yanî 120 milyar dînarî kêm bikin; ji ber vê yekê her du alî li ser daxwazên xwe bi biryar bûn. Ji ber vê yekê, di dawiyê de negihîştin ti lihevkirinê û Wezîrê Darayî biryar da ku vê mijarê bişîne ber destê Encûmena Wezîran a Iraqê.
Hefteya borî Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Wezîrê Darayî Faleh Sarî bi fermî ragihandin ku mûçeyê herêmê bi tu awayî paş nakeve û dê li gel mûçeyên karmendên Iraqê were şandin, lê belê bi şertê ku 120 milyar dînar were dayîn; divê herêm ewil vî pereyî radest bike, eger paş bixe ewê jî mûçeyan paş bixin û piştre pereyê mûçeyan bişînin.
Biryara hikûmeta Iraqê heta duh bi vî awayî bû, lê belê duh dema ku şandeya herêmê teqezî li ser kêmkirina şandina dahata navxweyî kir û Wezîrê Darayî yê Iraqê jî li ser daxwazên xwe bi biryar ma, ji ber vê yekê pirsa peydakirina dahata navxweyî ya herêmê ji bo Encûmena Wezîran hat paşxistin. Civîna Encûmena Wezîran a roja Şemiya bê saet 08:00’ê êvarê ye; lewma vê hefteyê mûçe nayê şandin, tenê eger Wezîrê Darayî bi şêwirîna li gel Serokwezîr mûçeyan bişîne û 120 milyar dînar jî ji mûçeyan bibire.
Derbarê dahata neftê ya herêmê de, beşek ji parlamenterên Kurd ên li Bexdayê û parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê teqez dikin ku dahata neftê ya herêmê ji vê pir zêdetire; ango hikûmeta demborî a herêmê her tiştî vedişêre û li seranserî 250 milyar dînar texmîn dike. Ji ber vê yekê li gorî wan nabe ku hikûmeta demborî a herêmê bixwaze hemû dahatê radestî Bexdayê bike.
Hikûmeta herêmê hinceteke din a ji bo radestnekirina 120 milyar dînarî tîne ziman û dibêje: "Wezaret û saziyên din ên herêmê xercên wan ên mehane hene. Ji bilî vê, mûçeyê 50 hezar karmendên bi peyman li ser dahata navxweyî ya herêmê ye, ji ber vê yekê eger em vê 120 milyar dînarî bidin Bexdayê, dê pirsgirêk ji bo mûçeyê karmendên bi peyman û xercên saziyên hikûmetê re çêbibe."
Pirsgirêka mûçe ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dewam dike!

18