KERKÛK-ROJNEWS Serwer Hisên 20 sale li bajarê Kerkûkê tenûran çêdike. Ev dema salê ji bo çêkirina tenûran dema herî guncave. Ji bo wê Serwer di vê werzê de dest bi çêkirina tenûran kiriye û tenûrên çêdike jî ji bo Herêma Kurdistan, naverast û jêra Iraqê dişîne. Tenûr yan jî tendûr yek ji amûrên kevin li Iraq û Herêma Kurdistanê û hinek welatên din ji bo çend karên cuda hatiye bikaranîn. Bi pêşketina amûrên elektirîkê re ku karê tenûran bike jî, hê jî tenûran girîngî û wateya xwe ji dest nedaye. Serwer Hisên yek ji ciwanên bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ye ku 20 sale tenûrên nan û cûreyên xwarinên qelandinê çêdike. Taxa Pîryad a Kerkûkê her ji berê ve yek ji cihên çêkirina tenûran bû. Li gorî gotinên kesên bi temen zêdetirî 150 sale li vê taxê tenûr hatiye çêkirin. Berê li ber derê malan û tenûr dihatin çêkirin. Piştî sala 2003’an û vir ve dîsa li van deveran tenûr hatiye çêkirin. Li gorî hinek çavkaniyan li Kerkûkê zêdetirî 300 sale tenûr hatine çêkirin û hinek parçeyên tenûrên berê jî hatine dîtin. Serwer Hisên qala çêkirina tenûran kir û got: “Berî her tiştî ji bo çêkirina tenûrê pêwîstiya me bi axê heye. Axa ku nêzîkî cihên ku neft lê heye baştire. Li Kerkûkê çend cih hene axê jê radikim. Ez axê ji bo wan kesan tînim ku tenûran çêdike. Ev ax hinek çire û madeya neftê li nave. Ev ax ji bo şewatê guncave, çiqasî pêwîst bike dikarî li nava wê agir bikî. Ev tenûrên ez çêdikim dikarin 2-3 salan bê navber bê bikaranîn. Ji avê re pir nazike û xwe li ber avê nagire. Em bo heriya tenûrê jî ka, xwê û avê berdidin navê. Bi qasî saetek û saetek nîv li nava hev dixîn û tevlî hev dibe. Divê destpêkê xwê bêxistina nava avê û paşê bi axê re bê tevlîhevkirin û herî dawî jî bixin bin nalyonê ji bo heriya wê tirş bibe.” Serwer Hisên anî izman ku divê zivistanan zêdetir herî di bin betanî û nalyonê de bê hiştin û got: “Divê nêzîkî hefteyekê di bin betanî û nalyonê de bimîne. Piştre wê dest bi çêkirina tenûrê bê kirin.” Çend cûreyên tenûran heyen ji vana tenûrên malan. Ew jî bi çend cûreyan tê çêkirin. Dîsa tenûrên firinan jî heye. Her wiha cûreke din jî tê çêkirin taybete ji bo pijandina masiyane. Serwer Hisên têkildarî nirxên tenûran jî ev got: “Nirxê tenûrên malan 15 hezar destpê dike heta 60 hezar dînar. Tenûrên firinan 80 heta 150 hezarî diçe. Ew jî li gorî mezin û biçûkbûnê. Piranî weza havînê em tenûr çêdikin û radikin piştre dixin bazarê. Zivistanan ji ber şiliyê kêmtir em tenûran çêdikin. Em tenûran difiroşin gelek deverên Herêma Kurdistanê, naveras û jêra Iraqê.”
8 wêne
1 / 8
(eh)