Welatiyek yê bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn, Kamêran Pişderî rû bi rûyê pirsgirêk balkêşbûye. Kamêran ji bo dabînkirina elektrîka mala xwe, sîstema enerjiya rojê daniye, lê bêyî bikaranîna elektrîka niştîmanî bikarbîne, pere li ser hatiye.

Kamêran Pişderî ji Rojnews’ê qala zelaliya mijarê kir û got: “Mala min niha li ser sîstema enerjiya rojê ye û li ser pîvaneka elektrîkê (saetê) jî diyare ku rêjeya dayîna elektrîka nîştimanî sifre. Bi rêya sîgorteyekê elektrîka nîştimanî qut dikim, tu fêdeyê jê nagirim. Em tenê elektrîka ji enerjiya rojê di mala xwe bikartînin. Lê bêyî ku yek sent elektrîka nîştimanî bikar bînim, bi daxistinê ve 52 hezar dînar wekî heqê elektrîka nîştimanî ji min re hatiye, ku bi xwe 75 hezar dînare.”

Ne tenê Kamêran Pişderî ku rûbirûyî vê pirsgirêkê bûye, komek welatiyên din jî yên ku sîstema enerjiya rojê bikar tînin qasiyên cuda yên pere jê re hatine birîn. Ji ber vê yekê, xelkê Pişderê daxwaz ji berpirsên îdareya Raperîn û bajarokê Qeladizê kirin ku guh bidin daxwazên xelkê û pirsgirêkan çareser bikin ku careke din ev xeletî çênebin.

Hêjayî gotin êye ku ev sê mehin ku Projeya Ronahî li sînorê bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê ve ketiye meriyetê. Lê her ji serê destpêkirina wê ve, projeyê pirsgirêkên zêde hebûn û bi ser neketiye, ji ber ku nekarî ye rojane 24 saetan elektrîka nîştimanî dabîn bike. Niha jî welatî ji neçarî hem heqê elektrîka nîştimanî û hem jî heqê elektrîka mûlîdeyên taybet didin. Ev her wiha ji bilî wê yekê ye ku ji bo gelek kesan qasiyek pir zêdetir pere ji rêjeya mehane bikar anîne, hatiye.

3 wêne
1 / 3

(fk)