Piştî ku Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gihişt Bexdayê, ji çapemeniyê re axivî.

Qalîbaf ragihand ku Iraq dewletek giring ya herêmê ye û serdana wan ji bo nîqaşkirina hevkariyên navbea welatên herêmê ya bêy destwerdana derekî ye.

Her wiha Qalîbaf da zanîn ku welatên Îslamî yên herêmê pêwîstya wan bi berfirehkirina hevkarî û avakirina peywendiyek kûr û berdewam heye. Qalîbaf got ku Îran ji bo vê yekê di nava hewldanan de ye.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyarkir ku ewê li gel rayedarên payebilind yên hikûmeta Iraqê bicive.

(kş)