Mijara herî germ û girîng a li di rojevê de, "Qanûna Çarçoveyê" ye ku tê payîn bê rojeva Meclîsa Tirkiyê, ango bi pênasekirina Rêber Apo "Qanûna Kok”. Çawa ku ji têgehên “çarçove” û “kok” jî tê fêmkirin, ev qanûn ne tenê rojane ye, di heman demê de xwedî taybetmendiyeke dîrokî ye; dîsa ne di taybetmendiya qanûneke yekane û dawî de ye, di taybetmendiya qanûneke hevgirtî de ye ku dê bibe bingeha qanûnên demokratîkbûnê yên piştre. Rêber Apo ev qanûn wekî qanûneke destpêkê dinirxîne ku çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê û di wateya giştî de binyata hiqûqî ya bingehîn a pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk tîne, û dê ji hemû qanûnên reformên avahî û demokratîk re yên piştî xwe bibe çavkanî.

Di daxuyaniya kurt a ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya piştî hevdîtina dawî weşand de jî, îşaret bi nirxandina Rêber Apo ya ku dibêje "Rêya hezar kîlometreyî bi gavekê dest pê dike" hat kirin; ev yek jî bi wê re têkildare ku ev rêziknameya hiqûqî ne dawiyeke, lê gava yekem a pêvajoyeke dirêj a têkoşîna demokratîk temsîl dike. Ev pêvajoya têkoşînê ya ku civaka demokratîk dê muxatabê wê yê bingehîn be, dê qanûnên pêwîst ên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hêdî hêdî pêş bixe. Jixwe Rêber Apo jî qanûna çarçoveyê ya ku dê bê derxistin wekî "Destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê ku bi qasî avabûna Komarê girînge" pênase dike û dibêje ev qanûna ku bi îradeya saziya siyasetê dê derkeve û bi îradeya civaka demokratîk dê bê pêşxistin, dê deriyê ber bi Komara Demokratîk ve heta dawiyê vebike. Ango li beramberî me ne tenê reşnivîsek heye ku di çarçoveya hiqûqî ya teng de bê nirxandin, lê "qanûneke mifte" heye ku dê rê li ber pêvajoyeke nû ya avabûna demokratîk vebike.

Derbasbûna ji hiqûqa negatîf ber bi hiqûqa pozîtîf ve

Rêber Apo, hiqûqa ku di seranserê dîroka komarê de li dijî Kurdan ku endamên bingehîn ên avaker ên Komarê ne, hatî sepandin di nav têgeha "hiqûqa negatîf" de dinirxîne, û qanûna ku dê bê derxistin jî wekî qanûna derbasbûna ber bi hiqûqa pozîtîf ve pênase dike. Ji bo ku em hem nîşandana Rêber Apo ya ji bo qanûna çarçoveyê û hem jî geşedanên muhtemel ên ku ev qanûn dikare rê li ber vebike rast binirxînin, pêwîste ku em hiqûqa negatîf û sepandinên ber hiqûqa dijmin ku ji serdema avabûna Komara Tirkiyeyê heta îro li dijî Kurdan hatine kirin, bi kurtî be jî bi bîr bînin.

Berxwedanên Kurdan ên ji bo qanûna hebûna Kurd bûnê

Di serdema dawî ya Împaratoriya Osmaniyan de ku siyaseta navendîparêz hate pêşxistin û ji pêvajoya avabûna Komara Tirkiyeyê û şûn ve qanûnên taybet, biryarname, planên îslahatê û biryarên îdarî yên ku di derbarê Kurdan û cografyaya ku Kurd lê dijîn de hatine derxistin, armanca kontrola îdarî, leşkerî û hiqûqî ya li ser Kurdan dihewandin. Ji aliyê cewherê xwe ve hemû ev qanûnên taybet dikarin wekî qanûnên qirkirina Kurdan di nav têgeha "hiqûqa dijmin" de bêne pênasekirin. Jixwe pêvajoya ku ji berxwedana Şêx Seîd destpê kir û heta têkoşîna PKK'ê pêş ket li dijî van qanûnên qirkirinê bûn û têkoşîn ji bo wê bû ku hebûna Kurd bikeve bin mîsogeriya hiqûqî de. Hemû berxwedanên Kurdan ên di seranserê dîroka komarê de, di cewherê xwe de ji bo afirandina qanûna hebûna Kurd bûn.

Hiqûqa dijmin a ku di seranserê dîroka komarê de hatî sepandin

Hiqûqnasê Ceza yê Elman Gûnther Jakobs, cara yekem di sala 1985'an de têgeha Hiqûqa Ceza ya Dijmin bi kar anîbû. Ramana bingehîn a Jakobs e e: Dewlet nikare li hemberî hemwelatiyên xwe û li dijminên xwe heman hiqûqê bicih bîne! Di vê teoriyê de "dijmin", di nav qada hiqûqa pozîtîf de nîne. Dijmin, di prensîbê de û bi awayekî çalak li dijî sîstema hiqûqê ye. Li gorî vê pênasekirinê, berpirsiyariyên dewletê yên li beramberî hemwelatiyên wê ji holê radibin, dewlet êdî hemwelatiyên xwe wekî hevrik û dijmin dibîne û li dijî wan şer dike. Kurd jî, ji avabûna Komarê heta niha ji pênasekirina "hemwelatî" hatine derxistin û wekî "dijmin" hatine dîtin. Ji ber vê, dîroka 100 salî ya Komara Tirkiyê, di çarçoveya hiqûqa dijmin de li dijî Kurdan bi berdewamî qanûn hilberandine.

Di Împaratoriya Osmaniyan de heta destpêka sedsala 19'an, mîrîtiyên Kurdan ên li Kurdistanê xwedî statûyeke taybet (sancaq-ı ekrad) bûn. Siyasetên navendîparêz ên ku bi Mehmûdê Duyemîn re destpê kirin ev statû rakirin û biryarên îdarî yên taybet ketin dewrê. Hiqûqa Osmanî, di serdema ku bihêz bû de mîrîtiyên Kurdan di nav pergalê de entegre dikir û xweserî dida wan (hiqûqa pozîtîf), di serdema nûjenbûn û lawazbûnê de ji bo parçekirina van avahiyan siyasetên navendîkirin, rakirina mîrîtiyan û koçberkirina bi zorê (hiqûqa negatîf) xistine nav mevzuata hiqûqî.

Eger em qanûnên li dijî hebûna Kurd ku ji serdema dawî ya Osmanî heta dîroka Komarê dirêj dibin bi kurtî bi bîr bînin;

*Piştî şikestina serhildanên Bedirxan Beg û Nurullah Beg di sala 1847'an de bi mebesta bihêzkirina îdareya navendî, "Eyaleta Kurdistanê" ku Amed, Wan, Muş, Colemêrg, Cizîra Botan û Mardin di nav de bûn hat avakirin. Ev nav, bi Rêziknameya Eyaletan a sala 1867'an hat rakirin, herêm bû beşên parêzgehan.

*Bi Rêziknameyên Parêzgehan ên sala 1864 û 1867'an re, bi nimûnegirtina Modela Îdarî ya Fransî, ji pergala eyaletê (herêm) derbasî pergala vilayetê (bajêr) bûn. Bi vê rêziknameyê re avahiyên îdarî yên xweser û meclisên eşîran ên li herêmê bi temamî hatin rakirin û walîtiyên navendî hatin damezrandin.

*Di çarçoveya Biryarên Îdarî yên Hikûmeta İttihat ve Terakkî de, di sala 1913'an de Biryarên Teşkilat-ı Mahsusa û Siyaseta Îskanê hatin derxistin, bi mebesta xirakirina avahiya nifûsê ya li Kurdistanê û dabînkirina ewlehiya stratejîk, talîmatname û biryarên veşartî yên di derbarê îskankirina eşîrên Kurdan ber bi rojavayê Tirkiyê, hatine bicihanîn.

Di beşa duyemîn a dosyaya xwe de emê bala xwe bidin pêvajoya avabûna Komara Tirkiyê û pergala hiqûqê ya sed salî ku Kurdan weke “dijmin” dîtiye ê hiqûqa dijmin lê ferz kiriye.