Destûra Bingehîn a 1921'an (Qanûna Teşkilat-ı Esasiye) ku piştî belavbûna Osmanî rasterast hatibû amadekirin, destûra bingehîn a ya yekem û yekane bû ku bersiv dida daxwazên xweseriyê yên Kurdan û pêşbînî dikir ku parêzgeh dê li gorî prensîbên rêveberiya xwecihî (muhtariyet-xweserî) bêne birêvebirin, ku Rêber Apo jî di nîqaşên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bi berdewamî îşaret bi vê destûrê dike. Destûra Bingehîn a 1921'an wekî destûreke nerm û nenavendî di nav destûrên Tirkiyeyê de xwedî cihekî taybete. Ev destûra bingehîn di mercên Şerê Rizgariyê yê Tirkiyê de hatibû amadekirin, ango  destûra bingehîn a avaker a Komarê bû, lê niha hema hema wisa tê tevgerîn ku ev destûra bingehîn hîç nîne. Piştî Şerê Rizgariyê, Destûra Bingehîn a 1924'an ku xwedî taybetmendiyên berevajî yên destûra 1921'an bû, hemwelatîbûnê li ser bingeha "Tirkbûnê" ava kir. Jixwe beşa destûra bingehîn a 1924'an ku maf û azadiyên bingehîn saz dike, sernavê "Mafên Giştî yên Tirkan" hildigire. Ango maf û azadiyên bingehîn tenê aîdî Tirkanin û yên ku ne Tirk in ne xwedî mafin.

Berxwedanên Şêx Said, Koçgirî, Agirî, Dersim ên ku piştî avabûna Komarê pêş ketin jî di cewherê xwe de berxwedanên dîrokî bûn ku li dijî vê redkirina hebûna Kurd pêş ketin. Lê rêvebirên komarê bi mevzuatên hiqûqî û leşkerî yên taybet û pir giran bersiv dan van berxwedanan û qanûnên qirkirinê hêj berdewam û belavtir kirin.

Takrîr-î Sukûn û Dadgehên Îstîklalê

Li dijî Kurdên ku di bin rêberiya Şêx Seîd de li ber xwe dan, di 4’ê Adara 1925'an de Qanûna Takrîr-i Sukûn (Qanûna Dabînkirina Aramiya Civakî) hat derxistin, yek li Enqerê û ya din li Amedê du Dadgehên Îstîklalê hatin avakirin. Artêş bi ser Kurdan ve hate şandin, bi dehan hezar Kurd hatin qetilkirin û 47 kes ku Şêx Seîd jî di nav de bû hatin darvekirin. Rêber Apo jî ev pêvajo wekî destpêka Qirkirina Kurdan pênase kir. Di çarçoveya vê qanûnê de ku heta sala 1929'an di meriyetê de ma, bi hezaran kes hatin darizandin, bi sedan kes hatin darvekirin û bi hezaran kes hatin girtin.

Qanûnên Îskana Mecbûrî Yên Salên 1932 û 1934'an

Bi sala 1932'an re bi qanûnên îskana mecbûrî re planên cidî yên ji bo guherandina demografyaya Kurdistanê ketin dewrê. Di serî de di sala 1932'an de, hema piştî Serhildana Agiriyê, hin herêmên li Kurdistanê bi temamî hatin valakirin û ketin-derketina gel hat qedexekirin. Bi Qanûna Îskanê ya bi Jimara 2510 a sala 1934'an re jî, li gorî taybetmendiyên nifûsê Tirkiye dabeşî 3 herêmên bingehîn hat kirin. Bi vê qanûnê re hat armanc kirin ku civakên ku bi zimanên ji bilî Tirkî diaxivin, anku Kurd, ber bi rojavayê Tirkiyeyê ve bêne belavkirin û bêne helandin.

Qanûna Tunceliyê û Komkujiya Dersimê

Komkujiya ku li Dersimê pêk hat ku yek ji qirkirinên herî bixwîn ên dîroka Kurdistanê ye, dîsa li ser bingeha qanûneke taybet hat kirin. Ev qanûn jî "Qanûna Tunceliyê" ye ku di sala 1935'an de hat derxistin. Di salên 1937-38'an de bi biryarên Lijneya Wezîran li herêma Dersimê operasyonên leşkerî hatin kirin. Di encama vê de li Dersimê bi dehan hezar kes hatin qetilkirin, bi dehan hezar kes jî ber bi bajarên cihê ve hatin sirgûnkirin. Seyîd Riza û kurê wî jî di nav de, 7 kes wekî "pêşengên serhildanê" hatin darizandin û ji bo hemûyan biryara darvekirinê hat dayîn.

Qanûnên Sirgûn û Asîmîlasyonê

Di sala 1940'an de bi Sepandinên “Tahsisat-ı Mesture û Qanûna Paşnavê” re, talîmatên guherandina navên cih, gund, bajarok û çiyayên bi Kurdî yên li herêmê bi navên Tirkî hatin zêdekirin. Di 1960'an de (Qanûna 55 Axayan) 55 reîsên eşîran û xwediyên erd ên Kurd ku li herêmê bi bandor bûn, ber bi rojavayê Tirkiyê ve hatin sirgûnkirin dest hat danîn ser mal û milkên wan. Di sala 1961'an de jî bi mebesta fêrbûna bi Tirkî û asîmîlasyona zarokên Kurd, dibistanên herêmî yên şevînî li bajarên Kurdistanê bilez hatin vekirin.

Derbeya Leşkerî ya 12 Îlonê û Destûra 1982'an

Di 12 Îlona 1980'an de di tevahiya Bakurê Kurdistanê de rewşa leşkerî hat ragihandin; di girtîgehan, dibistanan û kuçeyan de Kurdî bi temamî hat qedexekirin. Destûra Bingehîn  a 1982'an, ji bo temamkirina asîmîlasyona li ser Kurdan hatibû amadekirin. Di xala 54’an a  Destûrê de wiha tê gotin: "Her kesê ku hemwelatiyê Dewleta Tirke, ew Tirke." Di 19’ê Cotmeha 1983'an de bi "Qanûna Derbarê Weşanên ku bi Zimanên ji bilî Tirkî hatine Kirin" re axaftina bi Kurdî, stranbêjî û weşangerî bi temamî hat qedexekirin.

Her cûre çalakiya Kurdan wekî "Teror" hat pênasekirin

Rewşa leşkerî ya ku piştî derbeya 1980'an ji bo tevahiya Tirkiyeyê derbasdar bû, di sala 1987'an de hat guherandin ku tenê ji bo Kurdan derbasdar be. Li ser zêdebûna bandor û çalakiyên PKK'ê yên li Kurdistanê, Walîtiya Herêma Rewşa Awarte bi navend Amed hat avakirin. Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ku di sala 1991'an de hat derxistin jî, forma herî berbiçav a hiqûqa ceza ya dijmine ku li ser Kurdan hatî sepandin. Her cûre çalakiya siyasî, civakî û çandî ya Kurdan di çarçoveya vê qanûnê de wekî "çalakiya terorê" hat pênasekirin.

Armanc vegerandina Kurdan li nav hiqûqê ye

Bi kurtebirî; dîroka Komara Tirkiyê ew dîroke ku Kurd li derveyî hiqûqê hatine xistin û bi vî awayî weke dijminê dewletê û komarê hatine dîtin. Niha tiştê ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê dixwazin bikin sererastkirina vê dîrokê ye, hewldana vegerandina Kurdan li nav hiqûqê ye. Rêber Apo dixwaze gelê Kurd ku di seranserê dîroka sed salî ya Komarê de wekî "dijyasayî", "dijmin", "terorîst" hatî binavkirin, veguherîne kirdeyekî (subjeyê) hiqûqê. Rêber Apo dixwaze di destûra bingehîn de cih ji Kurdan re vebike, ji ber vê yekê "Qanûna Çarçoveyê" ya ku di rojevê de ye wekî qanûna yekem a tevlîbûna Kurdan a ji bo hiqûqê dinirxîne.

Rêber Apo dixwaze hiqûqa dijmin a sed salî biguherîne

Bêguman tenê bi yasayek ne mimkune ku tevahiya dîroka komarê û hiqûqa qirkirinê ya ku li ser Kurdan hatî sepandin di carekê de bê derbaskirin. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo dibêje; "Bi vê qanûnê her tişt çareser nabe, lê rêya hezar kîlometreyî jî bi gavekê destpê dike" û yasaya di rojevê de wekî “qanûna kok” pênase dike. Dîsa bala me dikişîne ser qanûnên demokratîkbûnê ku divê di berdewamiya vê qanûnê de bêne derxistin. Ya herî girîng, teqez dike ku qanûn bi tenê dê têrê neke, hêmana herî girîng ewe ku ev gav ji aliyê civakê ve rast bê fêmkirin. Ango di firehkirin û pêşxistina vê qanûnê de civaka demokratîk berpirsiyar dibîne. Rêber Apo bêguman gelekî baş dizane ku "Qanûna Çarçoveyê" ya di rojevê de ji aliyê naverokê ve kêm û lawaze û nikare pirsgirêka Kurd bi carekî re çareser bike, lê wekî gava yekem wateyeke dîrokî lê bar dike ku pergala hiqûqê ya sed sale Kurdan wekî dijmin dibîne, were guherandin.