Rojnamevan Hana Şiwan, derbarê qetilkirina her du rojnamevanên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku di 23’yê Tebaxa 2024’an de li ser rêya Seyîdsadiq-Silêmaniyê di encama êrişa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de hatin şehîdxistin, her wiha sedema armanc girtina wan de ji Rojnewsê re axivî.

‘Qetilkirina wan her du rojnamevanan qetileke neteweyî bû’

Rojnamevan Hana Şiwan di destpêka axaftina xwe de her du rojnamevanên şehîd bi bîranî û got: “Mixabin di sala 2024'an de yek ji mezintirîn karesatan bi serê jinan û bi taybetî bi serê jinên rojnamevan de hat. Ew jî qetilkirina her du rojnamevanan Gulistan Tara û Hêro Behadîn bû. Raste min Gulistan Tara di çarçoveya kar de nas dikir, lê peywendiyeke me ya wekî hevaltî û xwişkatiyeke baş li gel Hêro Behadîn hebû. Ev karesat, wekî pêwîst di nav civakê de deng neveda û mezinahiya karesatê bi şêwazekî guncaw nehate xistina ber çavan.”

Hana Şiwan wiha axaftina xwe domand: “Emê hemû salvegerên wan bi rûmet bilind bigirin. Ji ber ku bîranîna wan ne tenê bîranîna du rojnamevanên şehîde, belkî peyameke ji bo civakê ye. Qetilkirina van her du rojnamevanan ne tenê qetileke siyasî bû, di heman demê de qetileke civakî û neteweyî jî bû.”

‘Rêya herî giring a bîranîna wan, parastina rêbaza wane’

Rojnamevan Hana Şiwan destnîşan kir ku her du jinên tekoşer, ji xeynî ku ji bo jinan kar dikirin, ji bo gihandina doza neteweyekê jî dixebitîn û wiha anî ziman: “Wan dengê neteweyekê digihandin ku bi milyonan ferdên wê hene lê bê welatin. Ji bo bîranîna van her du jinên rojnamevan, parastina rêbaza wan ji aliyê jinên rojnamevan ve girînge. Divê bikaribin bi pênûsa destê xwe li ser şopa rêbaza wan binivîsin. Ez hêvî dikim ku ev bîranîn bibe sedema yekîtiya li dijî dijmin.”

‘Bi armanca bêdengkirina jinan bû’

Her wiha Hana Şiwan bibîrxist ku qetilkirina van her du rojnamevanên jin, armanca wê ya sereke bêdengkirina jinan bû û wiha got: “Ji ber ku dema jin dengekî bilind dike, dengê jinên komên din jî bilind dike û dikare parastinê di ber komên din de jî bike. Jinan di hemû qadan de îspat kirine ku bi dilsozî û wêrekiyê kar dikin û xizmeta civakê dikin. Jin dikarin guhertinan ava bikin û gotara yekîtiyê û parastina malbatê di nav dezgehên ragihandinê de zêdetir bi pêş bixin.”

‘Bihêzkirin û hişyarkirina rojnamevanên jin erka me ye’

Rojnamevan Hana Şiwan tekezî kir ku birêxistinkirin û hişyarkirina rojnamevanên jin erka wan ya sereke ye û wiha axivî: “Em wek saziyeke ku vê mijarê wekî erka xwe ya sereke dibînin, di pêşerojê de jî dê hewl bidin jinên rojnamevan ên hemû kanalên cuda bînin cem hev, daku bikaribin pirsgirêkên xwe bînin ziman û li ser biaxivin. Ji ber ku hinek kanal hene ku giringiyê didin dengê jinan. Lewma armanca me ew e ku em vê şêwaza nêzîkbûnê di navbera kanalan de zêdetir bi pêş bixin.”

‘Divê em dengê wan jinên ku hatine bêdengkirin bigihînin her derê’

Rojnamevan Hana Şiwan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di hemû qadan de jin tên qetilkirin û mixabin li hemberî kujerên jinan xemsariyek heye û got: “Ji ber vê yekê, divê jin xwe bi zanînê bixemilînin, hêza xwe bilind bikin û dengê wan jinên ku hatine bêdengkirin bigihînin her derê. Ev yek jî tenê bi yekîtiya jinan bixwe pêkane.”

(fk)