Salane li Herêma Kurdistanê bi hezaran xwendevan di sektora tenduristiyê de mezun dibin. Lê ji ber bê pilaniya hikûmetê ew derçû nikarin derfetên kar bi dest bixin û neçarî serî li sektora taybet didin.
Ajansa me kete pey pirsgirêk û astengiyên karmandên tenturistiyê ya li sektora taybet a tenduristiyê. Nûçegihanê me li gel hinek karmandên di nexweşxaneyên taybet de kar dikin axivî. Karmend ji ber ku ji karê xwe neyên avêtin û ceza li wan neyên birîn nexwestin li ber kamerayan baxivin.
Karmanda tenduristiyê ya bi navê kod ango nasnav Nermîn ku li nexweşxaneyeke taybet a Silêmaniyê kar dike axivî û got: “Ez derçûya beşa doxtorayê me. Bi qasî sê salan bi dildarî li nexweşxaneya hikûmî bê mûçe kar kir ku rojek bi peyman an jî bê tayînkirin kar. Lê li wir kesê pişt nebe, nikare bipeyman yan jî dildar kar bike. Ji bo wê bê hêvî bûm û neçar li gel nexweşxaneyeke taybet dest bi kar kirim.”
Nermîn bal kişand ser zehmetî û astengiyên li nexweşxaneyên taybet û wiha domand: “Karkirina li nexweşxaneyên taybet pir girane. Ji ber ku ji derveyî pîşeyê me kar bi me dide kirin. Mûçeyê wê pir kême. Dema saetên karkirinê jî 12 saete û hinek car jî zêdetir dibe. Li aliyê din pêwîstiyên weke cilûberg û xwarinê jî nadin. Li gel kêmaniyeke herî biçûk tê cezakirin an jî gefa derxistinê li me dike û tim zext hene.”
Nermîn anî ziman ku ha ji mafê xwe nînin û wiha pêde çû: “Hinek car jî bê peyman kar bi me didin kirin. Yan jî ji bo demeke dirêj ku hinek caran wisa ye sê mehan bi navê nirxandinê kar bi me didin kirin bê ku ti mûçeyek bide; piştre dibêjin we nagirîn kar. Çend hevalên min hene, ev yek bi serê wan hatine. Gelek caran ji karekê zêdetir bi me daye kirin.”
Nermîn bal kişand ku gelek carî berpirs destdirêjî li karmendên jin dike û got: “Di bin navê tayînbûnê hewl tê dayîn dest bavêjin karmendên jin. Ev bûyer bi xwe jî bi serê min hatiye.”
Ji bo zêdetir agahiyan Rojnews têkilî bi Rêveberê Tenduristiyê yê Silêmaniyê re kir. Li ser vê yekê çavkaniyeke berpirs ji nava rêveberiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike destnîşan kir ku ew mijar têkilî bi Wezareta Tunduristî ve heye ne ku bi rêveberiyê ve heye. Ji ber ku biryar li wir tên girtin. Piştre me têkilî bi ragihandina Wezareta Tenduristiyê re kir, lê ne amade bûn.

Têkildarî vê mijarê Rêveberê Saziya Aran ji bo girîngîdayîna çanda sivîl Hejar Baban ji ajansa me Rojnewsê re axivî û got: “Ew karmendên di nava sektora taybet a tenduristiyê ya li Herêma Kurdistanê kar dikin, gelek mafê wan tên binpêkirin li gorî yên din. Weke sazî di dema borî de me kar li ser vê dosyayê kir û raporek jî belav kir ku têde binpêkirinên giran û xeteriyên li hemberî wan tê kirin raxistibûn ber çavan. Yek ji binpêkirinan bê yasayî ewe ku hemû karmendên sektora taybet yan jî hemû karker divê ewlekariya wî/ê ya civakî hebe. Lê ji sedî 70’ê karmendên tenduristiya sektora taybet ewlehiya civakî ji bo wan nayê çêkirin.”
Hejar Baban wiha domand: “Hinek ji van karmendan kareke zêde û giran li hemberî mûçeyeke kêm didin wan. Sektora taybet li gorî wan xalên yasayî kar nakin ku bêhndana mehane bikar bînin. Dîsa jinên ducanî betlaneya ducaniyê nadin wan. Yan jî bê mûçe wê bêhndanê derbas dikin. Yan jî gefa divê bên kar an jî wê bên derxistin.”
Hejar Baban bal kişand ser rewşa jinan ya di sektora taybet a nexweşxaneyan de û wiha pêde çû: “Rewşa jinan ya di sektora tenduristiyê ya taybet de ji ya mêran xirabtire. Di dema kar de destdirêjî hinek ji van hatine kirin ji ber rewşa civakî nikarin gilî jî bikin. Ev jî tê wateya koletiya serdemê. Weke çareserî divê Wezareta Tenduristî demildest bikeve nava tevgerê ji bo karmendên tenduristî û Wezareta Karûbarên Civakî ewlekariya civakî ji bo van karmendan çêbike.”
Têkildarî heman mijarê Berpirsê Liqa Silêmanî ya Karmendên Tenduristiyê Hawjîn Osman jî axivî û diyar kir ku piranî derçûyên beşa doxtorî û peymangehan û beşên tibî ya li Herêma Kurdistanê û bi taybet parêzgeha Silêmaniyê wisa kiriye ku li sektorên taybet dest bi kar bikin û got: “Li aliyê din jî sektora taybet a tenduristiyê jî binpêkirinê di vê mijarê de dike û zilmê li wan karmandên tenduristiyê dike ku di kilînkî, dermanxane û projeyên kerta taybet de kar dikin.”

Hawjîn Osman anî ziman ku dema borî de vê mijarê gelek caran arasteyî aliyê têkildar û Wezareta Tenduristî kirine û ev anî ziman: “Me daxwaz kiriye ku erk û mafên van karmendan bikin bi yasa. Lê mixabin li gorî tê xwestin nehate kirin. Rêveberiya ewlehiya civakî ya Silêmaniyê û Wezareta Karûbarên Civakî nêzîkî salekê ye ji bo projeyên tenduristî bi yasayî û ewlehiya civakî ji bo karmendên tenduristiyê çêbikin dest bi kar kirine. Li gorî yasayê divê ew hemû karmend ewlehiya wan ya civakî hebe. Peymana karkirinê li gel xwediyê kar bê kirin. Erkê wan diyar bin. Li gorî biryara hikûmetê divê karkerê asayî mûçeyê wî/ê ji 4500 hezaran kêmtir nebe. Lê li van nexweşxaneyan wisa nîne. Li gorî yasayan nabe li nexweşxaneyên taybet bi dildarî kar bê kirin.”
Hawjîn Osman rexne li Wezareta Tenduristî girt û destnîşan kir ku li gorî pêwîst ji bo çareserkirina van pirsgirêkan nakeve nava liv û tevgerê û got: “Di her kêmaniyeke biçûk de ev karmend tên derxistin û li hemberî kareke zêde û zehmet kar dikin.”

Rêveberê Ewlehiya Civakî ya Karkeran ya Silêmanî Şêrwan Mecîd anî ziman ku li gorî yasaya teqawîtbûnê ya ewlehiya civakî ya ji bo karkeran a hemara 39 ya sala 1970’ê ji bo yasaya hejmara 4 a sala 2012’an hatiye sererastkirin, kar dikin û got: “Ev yasa hemû karkerên di sektora taybet de digire nava xwe. Divê her mehê ewlehiya civakî bidin Rêveberiya Ewlehiya Civakî ji bo bikarin siberojê jê sûdê ji teqawîtbûn û tayînbûna li saziyên hikûmetê sûd bigirin û dawî bikarin mafê xwe bigrin.”
Herî dawî Şêrwan Mecîd ev got: “Ji bo me divê her karkerek ewelehiya civakî hebe. Ev ji bo kerkerek heta hemû karkeran tişteke nebe nabe ye.”
(eh)
