NY`ê ragihand ku ji ber wêranbûna berfireh a mal, binesaziyê û pêlên koçberiyê yên berdewam, ji sedî 94`ê nifûsa Xezayê pêdiviya wan bi stargeh û pêdiviyên serek ên malê heye.
Rêxistinê diyar kir ku ji her 5 malbatên ku di stargehan de dijîn 4 ji wan bi astên krîtîk an karesatbar ên birçîbûnê re rû bi rû ne.
NY`ê destnîşan kir ku kêmbûna sotemenî, enerjî û pêdiviyên bingehîn derfeta xelkê ya amadekirina xwarin, serşuştin û hilanîna xwarin û avê, her weha dabînkirina ronahîkirin û parastinê sînordar dike.
