NAVENDA NÛÇEYAN
Mijara nakokiya navbera "Îslama Desthilatdariyê" û "Îslama Civakî" wekî yek ji xalên herî krîtîk ên analîzên dîrokî û felsefî yên li Rojhilata Navîn tê qebûlkirin. Ev xal, vedigere serdema serweriya Emewiyan. Di wê serdemê de ol, ji peyama xwe ya azadîxwaz û civakî hat derxistin û veguherî amûreke desthilatdariyê daku rewayetiyê bide sîstema malbatî û şexsî.
Emê di vê dosyeyê de, li ser bingeha ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi referansên dîrokî, bal bikêşîn ser mekanîzma stratejiyên Emewiyan a ji bo siyasîkirina olê. Di heman demê de, wekî alternatîf û çareserî, peyama Rêber Apo ya mayînde ya wekî "Îslama Demokratîk" tê nirxandin.
Armancên stratejîk ên Emewiyan ji bo siyasîkirina ol
Desthilatdariya Emewiyan her cûre rêbaz bi kar anîn daku olê bikin çekek li dijî dijberên xwe û desthilatdariya xwe pê biparêzin. Ev rêbaz wiha ne:
- Teoriya Cebr, Qeza û Qederê: Desthilatdarên Emewî propagandaya teoriya "Feqeha Cebrê" (Zorê) dikirin. Bi vê ramanê dixwestin bidin xuyandin ku gihîştina wan a desthilatdariyê vîn û qedera xwedayî ye. Encama vê ramanê ew bû ku her cûre serhildan û nerazîbûna li dijî desthilatdariyê, wekî derketina ji daxwaza Xwedê û heretî (dûrbûna ji olê) dihat qebûlkirin.
- Bikaranîna nasnavê "Xelîfeyê Xwedê": Xelîfeyên Emewî li şûna nasnavê "Xelîfeyê Pêxamber", nasnavê "Xelîfeyê Xwedê" bi kar anîn. Armanca vê yekê ew bû ku pîroziyeke mutlak bidin kesayetiya serwer (hâkim) û desthilatdariyê rasterast bi mafê xwedayî ve girêbidin.
- Kontrolkirina qada olî: Mizgeft û mîmber kirin navendên rênîşandana raya giştî û pesndana xelîfeyan. Di heman demê de, desthilatdarê hinek feqeh û zanyarên olî nêzî xwe kirin û bûn xwedî postên fermî, daku cilê hiqûqî û şerîî li biryarên siyasî bikin.
- Çêkirina ferman û hedîsên sexte (Waiz): Di vê serdemê de diyardeya çêkirina hedîsên sexte pir belav bû. Di van hedîsan de pesnê statûya siyasî ya Emewiyan dihat dan û di heman demê de êrîş û rûreşkirin li dijî neyarên wan ên siyasî (mîna Talebî û Elewiyan) dihat kirin.
