Li gorî nûçeya Kolber Newsê, 19’ê Tebaxa 2026’an hêzên rejîma Îranê li xeta sînor Perdespiyan a ser bi Serdeşt gule li kolberan kiriye û di encamê de Yusif Mamepûr qetil kiriye.

Hate ragihandin ku Yusif Mamepûr ji gundê Werdê ya ser bi Serdetê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, zewicî û xwedîzaroke.

Hate diyarkirin ku gule li gurcika wî ketiye û ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest daye.

(eh)