Tevî ku nêzîkî du salin hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatine kirin, lê heta niha hikûmet nehatiye avakirin û parlamento nehatiye çalak kirin. Ev rewş rasterast bandorê li jiyana xelkê dike û roj bi roj jiyana welatiyan zehmetir dibe. Têkildarî mijarê welatiyên Silêmaniyê ji Rojnewsê re axivin.
Welatiyê bi navê Aram Bekir diyar kir ku pêkneanîna hikûmetê bandorê li ser jiyana welatiyan dike, bi taybetî di vê rewşê de ku mûçe her çend mehan carekê tê dayîn ku ew jî bandorek raste rast li ser bazarê dike û pirsgirêkan ji dukandaran re çêdike.
Aram Bekir got: “Kêmbûn û giraniya nirxê elektrîkê, girtina gumrikan û nebûna pêwîstiyan, bazar pir lewaz kiriye. Ji ber ku hejmara mûçexweran zêde ye û mûçe nayê belavkirin, bandorek mezin li ser dukandaran çêbûye. Ji ber wê hêvîdarin ku hikûmet ava bibe da ku ev pirsgirêk bi dawî bibin.”
Niştecihê Silêmaniyê Cemal Mihemed destnîşan kir ku hikûmet xwe wekî bavê milet dibîne, ji ber wê divê di xema berîka xelkê de jî be û got: “Lê piraniya berpirsan heta digihijin armanca xwe di xema xelkê de ne, her ku digihêjin ser desthilatê xelkê ji bîr dikin. Bi giştî rewşa welatiyan qet ne başe û her kes bi neçarî fêrî vê rewşê bûne.”
Cemal Mihemed da zanîn ku di demek ku ev welat hemû nefte, lê îro bihayê bermîlek neftê pir girane û wiha pê de çû: “Ev hemû di hişê welatiyan de pirsiyarin. Em daxwazê ji desthilatdaran dikin ku vegerin nav xelkê. Ji ber ku hûn bi gel re xweşiktirin. Ger xelkê piştguh bikin, xelk dê dersê jê bigire û piştî çar salên din kes dengê xwe nade wan.”
Her wiha dukandar Emîr Şiwan ragihand ku rewşa welatiyan ewqas xirabe ku ger mûçeyê xwe jî wergirin, di ber deynan de didin market û dukanan.
Emîr Şiwan got: “Vê yekê bandor li ser karê me jî kiriye û bûye pirsgirêk. Welatî li gorî berê pir kêm tiştan dikirin. Ger berê kîloyeke an du kîlo bikiriyana, niha nîv kîlo dikirin. Bi giştî rewşa bazarê xirabe û welatî nawêrin tiştekî bikirin.”
(fk)



