-Herêma Kurdistanê di nav gelek qeyranên giran re derbas dibe û ev rewş herî zêde bandoreke xerab li jiyana rojane ya welatiyan dike. Ji ber ku hikûmetê xizmetguzariyên giştî radestî sektora taybet û şirketetan kiriye. Mamosta, karmend û parlamenterên Herêmê dibêjin: "Çarenûsa şeş milyon kesan ketiye bin destê wan şirketên ku berpirsên siyasî li pişt wanin. Ghertina sîstema xizmetguzariyan ber bi sektora taybet ve, rewşê roj bi roj xerabtir dike.''
-Çavdêrê siyasî Selam Elî diyar kir ku êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê bi armanca berfirehkirina şerin û got: “Kuştina kesayetên şoreşger ên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê cihê gumanê ye. Pêwîste partiyên Rojhilat bi yekgirtî xebat ji bo pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê bikin da ku pirsgirêkên navxweyî çênebin.”
-Jinên çalakvan ên Başûrê Kurdistanê anî ziman ku bi gavekê tenê guherînên ber bi çav di pêvajoyê de pêk nayê û gotin: “Çarçoveya Yasayê geveke destpêkê ye ji bo pêngavên mezintir. Pêwîste jin ji bo pêşevebirina pêvajoyê zêdetir bi erk û rol bin.”
-Meryem Qazî di wêjeya Kurdî ya nûjen de karî dengekî serbixwe ji bo xwe bafirîne. Pênûsa wê ne tenê amûrek nivîsandinê bû, belkû wê jiyana xwe ji bo parastina ziman, çanda xwe, doza rewa ya gelê xwe, parastina maf û azadiyên jinan veqetand.
-Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
-Nûçe û mijarên derbarê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta niha nekarîne kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, werin şopandin.
-Nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, agirbesta navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê wê bûyer û geşedanên di derbarê mijarê de werin şopandin.
