-Di destpêka sedeya 20’an Encum Yamulkî ya Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd li Tirkiye ava kir, bû yek ji pêşenga têkoşîna jinên Kurd. Jineke bû ku bi derbaskirina sînorên dagirkeran raxistî, dengê jinan, rewşenbîrî û tevlîbûna nava civakê kire qada giştî ya têkoşînê.
-Jiyan û rewşa debarê ya rojane ya welatiyên Herêma Kurdistanê bi taybet jî mamoste û karmedan di nava krîzên aborî û zehmetiyê de ne. Li aliyê din paşketina mûçe rewşa jiyanî zehmetir kiriye. Welatî dibêjin ji ber nebûna mûçe û bihabûnê ew nikarin pêwîstiyên xwe yên seretayî bikirin.
-Hiqûqnas Aram Hacî got ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogarkirin û êdî di girtîgehê de nemîne. Aram got; "Bila Rêber Apo bixwe rasterast biaxive û civînan bike; divê derfetên wî yên ji bo aştî û demokrasiyê werin afirandin."
-Li Helebceyê koma meşvanan ya 'Hewrî' hatiye avakirin ku hejmareke zêde ya jinan tê de beşdarin, daku li gel werziş û xwezayê, giringiyê bidin tenduristiya xwe ya fîzîkî û derûnî. Jin vê wekî gavekê ji bo dûrketina ji hewaya qirêj a bajêr dibînin.
-Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
-Nûçe û mijarên derbarê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta niha nekarîne kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, werin şopandin.
-Nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, agirbesta navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê wê bûyer û geşedanên di derbarê mijarê de werin şopandin.
