- Qedem Xêr şêrejineke Feylî ye û yek ji cengawerên jin yên navdar yên Zagrosê ye ku di destpêka sedsala 20’an de bi çek û îradeyek xurt serhildana Feylî birêve bir û heta kêliya dawî ya jiyana xwe teslîmî monarşiyê nebû.
-Mamosteya zanîngehê Dr. Seher Hisên diyar kir ku dûmana benzîna pîs rasterast bandoreke pir xirab li ser pîsbûna avhewayê dike; ev rewş wekî yek ji sedemên sereke yên nexweşiya penceşêrê tê dîtin. Lêkolînera jîngehê San Saravaj jî got; "Li piraniya welatên Ewropayê li gorî qanûnê bikaranîna benzîna xirab qedexe ye û nayê firotin, lê mixabin li vir tê hilberandin û tê bikaranîn."
-Jinên rojnamevan ên Başûrê Kurdistanê şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bibîranîn û gotin: “Qetilkirina her du jinên rojnamevan nîşaneke zelal a gef û zextên li ser jinan û azadiya ramanê ye. Bîranîna şehîd Gulistan û Hêro ji bo jin û çalakvanan sedema xwe bihêztir kirin û têkoşîna xwe berdewam kirinê ye.”
-Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
-Nûçe û mijarên derbarê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta niha nekarîne kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, werin şopandin.
-Nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, agirbesta navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê wê bûyer û geşedanên di derbarê mijarê de werin şopandin.
