-Çalakvanê Sivîl Aram Cemal bal kişand ku tevî destûr jî heye PDK û YNK du hêzên ku xwe li ser yasayê re dibînin û got: “Baweriya saziyên navnetewî bi Herêmê nemaye. Baweriya min bi wê tê ku ev herdu partî pêwîste di vê serdemê de nemîne, bi hişmendiya çiya difikirin ne ya wê yekê ne ku civakê bidin destê wan.”

-Tevî ku Herêma Kurdistanê ji bo her cûrê berhemên çandiniyê erdnîgariyeke bi bereket û berhemdare jî, lêbelê, cotkar bi berdewamî xwe bispêrin peyînê û madeyên kîmyayî. Cotkar û pisporên têkildar dibêjin; “Ya herî baş ewe ku peyînê kîmyayî bi peyînê xwezayî biguherînin. Ji ber ku peyînên kîmyayî bandorek nebaş li ax û zeviyan dikin.”

- Xwediyên hewzên masiyan ên li herêma Koye û Çemçemalê di nav keder û fikaran de ne; ji ber ku ji aliyekî ve pirsgirêka firotina berhemên wan di bazarê de heye, ji aliyê din ve jî tedbîrên giran ên hikûmetê û buhabûna xizmetguzariyan barê wan girantir kiriye. Rêveberiya Çandiniyê ya Koye jî li ser vê mijarê dibêje ku hejmareke pir zêde ji van hewzan bê destûrin û bi awayekî neyasayî hatine çêkirin.

-Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

-Nûçe û mijarên derbarê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta niha nekarîne kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, werin şopandin.

-Nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, agirbesta navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê wê bûyer û geşedanên di derbarê mijarê de werin şopandin.